
Çend fikir û lêkolîn li ser gotinên pêşîyan
Gotinek pêşîya çi ye? Di nêrîneke pêşîn de xuya dike wek ku dayina bersîva wê pirsa pir hêsan be, ku bersîva wê bê dayin. Tiştekî gelek rehet! Her zarokekî li mektebê gotinê pêşîya nivîsî ye, di deftera, kitêba fêrbûnê de ( läseboken), bihîstîye ku bav û dayika wî gotinên pêşîyan gotine, dikare gotinek pêşîya ferq bike, bi kêmanî gotinek pêşîya, ya ku ji hêla giştî ve tê bi kar anîn, ji ew gotina rojane a normal û belkî jî ji zêdetirî hevokên nenormal. Lê ku mirov daxwaz bike – ne ji zarokekî, lê belê ji yekî gihiştî, belê, heta ji mirovekî ku di gelek beşan de zane – bersîvek konkret, defînîsyonek an jî qet nebe îzahetek kurt, wê gavê ew kesê eleqedar bi giştî bêbersîv dimîne. Ew dest pê dike û difikire. Lê hema bira ew gelekî û dûr û dirêj bifikire, berî ku ew bikarîbe, tew piçekî jî welê nezîk, zelal û bersîveke kurt û muxteser bide.
Ew yek ne werê ecêb e ku mirov zêde li serê merq bike, ji ber ku pirs ne wilo hêsan e, wek ku ew xuya dike û bersîv jî ne welê rehet e. Û hê ji zemanê herî kevin ve, di nav zane û aqilmendan de, dîtinên pir cuda hebûn, li ser ku bê çi ye? Gotinek pêşîya. Tu kes ji lêkolînera, tu kes ji berhevkara, tu kes ji pisporan ne xwedîyê eynî bersîvê an jî îzahetê ye. Hertim ew ji alîyekî de ji hev cihê dibe û gelekê caran di xalên pir giring de.
Ew bersîva herî kevin ji bo pirsa ku; çi ye? Gotinek pêşîya, gotina pêşîya bi xwe bersîv dide. Hîn li ba ew xelkênkulturê (de gamla kulturfolken) ên kevnar, mirov keşif dike ku, ango ev gotina pêşîya, ya ku bê; di derheqê gotinên pêşîyan de:
Gotinên pêşîyan dengê Xwedê ne.
Ev îzaheta eslî welê bi giştî muteber bû, ku ew bi xwe bûye gotinek pêşîya, li cem, hema hema hemû xelkan. Ew rewşên ku gelek gotinên pêşîyan yên din, ku ji xwezaya dînî an jî bi mebestên dînî ji ew ên herî kevin in, ji hemû gotinên pêşîyan, yên ku hatine parastin – hinek bi ew emrê xwe yê 4000 – 5000 sal, xwedîyê wê rêzgirtinê ne û hema hema gotin bi gotin eynî dengî derdixin, di ew ên Misrîyan ên kevin de û di dokumentên çînî û hindî de, yên ku di rojên me de di devê xelkê de – xuya dike ku gelek ji gotinên pêşîyan girêdaybûn bi, an jî peyda dibûn li ba merasimên dînî û ahengan, pêk anina kurtayîya li cem, yê ku dîna ava dike û li cem yê ku tore, exlaq dide zanîn, di gotarên pêxemberan û di peyvên keşan û di berheman de. Ew ristên bi formên sloganan bûn, di devê mamosteyên toreyê û di devê serokê xelkê de. Mirov gotinên pêşîyan û ristên wek gotinên pêşîyan, gelekî zêde, li cem hemû Pêxemberên (religionsstiftare) naskirî keşif dike û di hemû kitêbên pûroz de jî. Ew ên herî naskirî, tibaba mezin, yanî pircureyê gotinên pêşîyan ên Încîlê ne, berî hertiştî ew, yên ku di gotinên pêşîyan yên Silêman Pêxember (Salomos ordspråk) de peyda dibin, di weazê Silêman Pêxember de û di Îlahîyên bilind (Höga Visan) de li cem Jobs, di kitêbên Esters Jesus Syraks de û herweha li cem gelek Pêxemberan. Di evan gotinên pêşîyan de, civandina ew aqilê xelkê Cihû û tecrûbeyên jîyanê hene, lê ne bi tenê yên cihûyan, yahûdîyan, lê belê qismekî mezin ji zanebûn, zanîn û dîsan têgihîştin, fêmkirina jîyanê û însanan û yên temamê Welatên Rojhilat. Di Încîlê de jî xezînek ji yên kevin hene, berî hertiştî hînkirina tore, wecîze û gotinên pêşîyan, bi taybetî di beşekî Încîlê de (bergspredikan) û di nameya şagirtên, hewarîyên Hz Îsa (apostlabreven) de, yên ku gelek ji wan wekhevî; bi ristên hindî, farisî, yûnanî û îlanên Pêxemberan re nîşan didin, lê belê bi formekî û sitîlek zelaltir, bi hêztir û paqijtir ji yên berê.
Gelek ji wan bersîvên Jîrik (orakelsvar) yên dema kevin, di formê, pirtirîn gotinên zivirandî û esrarengîz, yên ku gelekê caran dibûn gotinên pêşîyan. Hîn îroj jî hijmarek mezin ji gotinên pêşîyan bi dumaneyî an jî bi pirmaneyîyên xwe, tam bersîvên Jîrik teşkîl dikin.
Herweha di ew mîtolojîya germanî û destanên qehremanîyê de jî, mirov li ristên, teşbîhên û wêneyên dîyar, yên bi karakterên gotinên pêşîyan rast tê, qismek ji wan eynî wek ew ên kevin, ên Welatên Rojhilat û yûnanî, eşkereker, îfşaker, tîpîk ku xwedîyê kokek hevbeş, an jî tecrûbeyek hevpar in.
Ji derveyî ji wan îlankirinên dînî yên di zemanên wenda de, gelek gotinên pêşîyan hatine anîn, ji ew mamosteyên têgihîştinê (vishetslärarna) û yên ku qanûna çêdikirin (lagstiftarna). Li Welatên Rojhilat; pêxember gelekê caran qanûn çêker jî bûn. Herweha li Hellas, (yanî Yûnanîsyana kevin) û li Roma jî, qanûn çêker li nêzî yên ku dîna îlan dikirin û fîlozofan bûn. Muhtemelen li cem ew xelkê keltî û germanî jî. Silêman pêxember, Solon, Sokrates, Platon û Caesar jî hez dikirin ku bi gotinên pêşîyan xeber bidin. Havamal tijî ye bi gotinên pêşîyan. Di wan kitêbên qanûna yên kevin de, mirov gelek ji gotinên pêşîyan, ew ên herî şahane ku mirovatî xudan e keşif dike. An jî belkî ya rastî: ew kitêbên qanûna yên kevin, kurtayîyek ji jîyan, tore û qanûnên hakim yên bi torebûyî, adetbûyî muteberî û hêz, şîyan teşkîl dikin. Însanan gelekê caran bi gotina qanûnê ”dengê Xwedayan” jî dibihîstin, ji ber ku ew gotinên pêşîyan; tijî bûn, bi şîret, aqil û edalet.
Lê hîn di dereceyek bilindtir de jî, gotinên pêşîyan koka xwe ji wan belgenameyên dînî û pirtûkên qanûnan, ji ruhê devê ew mirovên zehmetkêş bi xwe digre, ji zemanê herî yê kevin heta roja me. Ew qelebalixa deryaya mirovan, wek kanîyeke dewlemend û bêbinê, neqedînbar û hîn jî ew welê ye, cîyê ku ji wir gotinên pêşîyan dibarîyan û hê jî dibarin. Gotinên pêşîyan fikir û jîyana însanan, xebat û zehmetî, tecrûbe û hewildanên wan, yên bi hezaran sal nîşan didin. Gotinek pêşîya, ya pîr jî, yek wek ew a, ku hema hema li cem hemû xelkan heye, vê defînîsyonê, tarîfê dide, ji bo gotinên pêşîyan:
Gotinên pêşîyan (û gotinên pêşîyan yên bihenek) dibêje, bê xelk çi difikire.
Gotinên pêşîyan, bi vî awayî wek civatê biêmrin, wilo biêmrin wek ew mivovê; yê ku difikire. Wan daye dû wî/wê heta dawîyê. Mirov dikare bibêje, ku ew cûreyekî dengvedana ji ruhê xelkê ne. Tecrûbeyên mirovayetî di gotinên pêşîyan de civandî ne, an jî wek ku bîrewer, fîlozofekî fransî gotîye: aqiklê cîhanê di gotinên pêşîyan de ye.
Dibe ku hinekî mibalaxe be, lê ew raste ku di gotinên pêşîyan de kurtayîyek (koncentrat) ji wan , yên ku mirovayetîyê, pêxemberan, fîlozofan û îlankerên ku qanûnan çêdikirin, herweha ji derveyî vê, ji ew komên nenas û ji berbanga dîrokê ve û ew tecrûbeyên ku demeke dûr û dirêj ji nifşan hatîye peyda kirin, yên ku cîhanê û însanan karakterîze dikin, wê gavê mibalaxe ne zêde mezin e, weke ku gelek kes, belkî bixwazin ku wê bikin mesele. Di temamên rewşan de, ji gotinên pêşîyan tecrûbeyek jîyanê werê dewlemend xuya dike, zanyarîyek cîhanê wisa mezin, zanînek wilo kûr ya însanan an jî bi yek gotinê; aqilekî werê biqudret û mezin, ku bi tenê, di wî warî de, tew ku tu cureyên din ji edebîyatê ku bikaribe hevtayê wê nîşan bide.
Felsefeya gotinên pêşîyan wek qaîde praktîk in, ne spekulatîv, bi temamî wek komên xelkê bi xwe di fikirandina xwe de, praktîk in û ne spekulatîv in. Cîyê ku li wir ev cureyê dawî rû didin, çêdibin, ew dikare bi rehetî bê gotin ku eslê wan ji hawirê aqilmenda tê, ji ku ji tebeqeyên xelkê yên berfireh bi xwe. Gelek gotinên pêşîyan di destpêkê de spekulatîv in û bi pir gotin in, lê bere bere di devên xelkê de, ew praktîkek felsefîk û formekî kêmgotin û katagorîk, yê ku ji bo gelek ji wan gotinên pêşîyan karakterîze dike û dîsan yên ku hebûna xwe bi zemanan didomîn in û xwe parastine, di wê tekoşîna jîyanê de, ya ku herweha di cîhana gotinên pêşîyan de ji dibe.
Lê gotinên pêşîyan ne bi tenê xwedî felsefa xwezayî, ya ku bi hêz û bi naverokek zengîn ya xelkê xebatkar nîşan dide, lê belê herweha exlaqê wan û jîyana wan ya rojane jî. Gotinên pêşîyan dîroka xelkê nîşan dide.
Gelek ji lîrîka xelkê ya destpêkê, eslî jî, li virê mirov leqayî wê dibe.
Gotinên pêşîyan giring in, ji bo ku karakterê xelkê rast bê tefsîr kirin, bîr û bawerî, pêşveçûn, irf û adet û ji bo ku pozîsyon û qeneetên çînên civakî, yên cihê cihê bên fêm kirin û ji bo ku rengekî durist bide heyamên kevin. Ji vî alîyî ve gotinên pêşîyan dikarin bêgûman bên hevber kirin bi hin şaxên, beşên din, yên ji edebîyata gelêrî: çîrok, efsane, destanên qehremanîyê, sitranên gelêrî, pêkenîn, qanûn, berhemên gelêrî yên dînî û yên din.
Ji bo agahî û zanîna di derheqê ziman û pêşdebirina wî de jî, gotinên pêşîyan ew nirxê herî mezin in. Herweha gotinên pêşîyan, yên ku gelekê caran xwedîyê eynî naverokê bûn jî, lê belê ne hertim li cem xelkê cuda bi formên cihê. Hin xelk xwedîyê stîlekê bûn, bi gotinên xwe yên pêşîyan, hinkîn din xwedîyê stîleke din bûn. Li cem hin xelkan, ew a mezin, hêsa, stîla hunerî hindik derdikevin pêş, an jî li ber mirinê ne. Balans kirinek dîyar, dikare stîla gotinên pêşîyan jî bişopîne, di hin cî û rewşan de, di dû re jinûvederketinek, renesansek diqewim e. Li wê derê ketina nav sedemên wan, li derveyê xebata nivîskar e, hem ji hêla kompetens û hem jî wek armanc, ya bi vê xebatê ve.
Di dîrokê de, di edebîyata bedew de, di felsefe û hunerê axaftinê de, mirov gelekê caran leqayî gotinên pêşîyan tê. Ew yek berê jî hatîbû destnîşan kirin, ku Încîl dewlemend e bi gotinên pêşîyan. Dibe ku ew rewşa di dereceya bilin de alîkarî kiriye, ji ya ku mirov bawer dike. Ku popularîteya wê kitêbê were destnîşan kirin, ya ku nayê guhertin, ya neguherbar li cem tebeqeyên kûr yên xelkê û wê bi aqil tije bike û bi wê stîla bedew, ew a ku xwedîyê qet nebe di wî zimanê wan tercûmanên kavin; yê bihêz, bitesîr û tonxweş de. Û ew gelekî jî balkêş e, ku bê dîtin, ku bê keşif kirin, bê çawa zemanê geş bûna gotinên pêşîyan, gelekê caran li cem xelkekî, li hev hatina bi ew zemanê mezinahîyên, yê hundirî û dervayî re girêdayî ye. Rewş welê bû, li cem hebrêyîya (yahûdîya), li ba yûnanîya û romayîyan û dawîyê jî li ba îspanîya û fransîya. Gelekê caran vejîna, renesansa helbestnivîsîna gelêrî jî, li cem xelkekî, teqabilî mezinahîya wî ya neteweyî dibe, an jî biserketina gelêrî.
Di edebîyata bedew de carinan gotinên pêşîyan bi yekcarî wendabûyî ne, di hin rewşên din de zêdetir rû didin, xuya dikin. Di zemanê mezinahîya edebî ya Îspanyayê de, îspanîyan di dawîyê de, welê bikaranînek mibalaxe kirin ku; Cervantes di Don Quijote de, bi temamê çekên îronîk û tinazî êrîşî wan dike. Li ba Shakespeare jî gotinên pêşîyan mîna lîstika gotinan û ew gotinên gelêrî, yên bitesîr zêde têrhejmar in. Ew yek li cem Dickens ji welê bû. Li cem Shaw, di ”Sankta Johanna” de, dîsa li wirê jî mirov wan dibîne. Luther, sohbetê, yanî axaftinê xwe yê masê (bordssamtal) bi gotinên pêşîyan karakterîze dikir, an jî pir wan bi lêv dikir û li cem gelek nivîskarên Almanî, dîsan eynî hez kirin bo gotinên pêşîyan peyda dibû. Bo nimûne li ba Schiller. Li Fransa, di sedsala 18an (1700 talet) de, hikim kirinek welê pir, eleqeyek werê xurt ji bo gotinên pêşîyan hebû, ku temamên beşê şanoyê, teyatroyê dihatin nivîsandin û dihatin lîstin, pêşkêş kirin û lê wê derê, dîyalog ji gotinên pêşîyan pêk dihatin. Tev bi gotinên pêşîyan dipeyivîn. Û di dawîyê de, ew bû mîzacek nebaş. Bi ser wê yekê de, daxwazek, hewesek li ba ronakbîra peyda bû, ku ew maxima, yanî hizirên manîdar, wecîze bibêjin û binivisînin. Maxîmên, an jî wecîzên La Rochefoucauld, tê gotin ku Montesquien gotîye; ew wek gotinên pêşîyan yên xelkê ne. Dîsa jî herî xurt, gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek, di edebîyata bedew de, li cem nivîskarên Silavî tên temsîl kirin. Bo nimûne; Tolstoj, Dostojevskî, Maxim Gorki û Reymond, yê ku xwedîyê berhema bi navê ”Yên Gundî” ”Bönderna” û ew ya ku xwedîyê xelatwergira Nobelê ye, ji derveyî wê îcrakirina mikemel ya nimûnên tîpîk bi Polonî, yan jî bi giştî gotinên pêşîyan yên Silavî. Di wê edebîyata bakur (nordiska litteraturen) de, mirov gotinên pêşîyan keşif dike, yê ku bi taybetî jî, hatine bi kar anîn, li ba Holberg, li cem Björnsson, li ba Tegnêr – bo nimûne di Çîroka Fritiof (Fritiofs Saga) de, li cem gelek ji Gotîyan (Göterna), di vegotina jîyana xelkê de, li ba Almqvist, di hin romanên Strindberg û pîyesên wî de û li nîk Albert Engström. Fabian Månsson di vegotina, di teswîra kirina xwe ya serdema navîn de, gelek gotinên pêşîyan yên bi hêz û bi naveroka xwe dewlemend berhrv kirîbû.
*
Aniha ku mirov bipirse, bê ew ên aqilmend, lêkolîner, berhevkar û yên ku bi edebîyata bedew ve mijûlin, ku bikaribin tiştekî di derheqê gotinên pêşîyan de bibêjin, hingê belkî jî ya herî rast ew e, ku, pêşî hinekî behsê li ser ew ên herî kavin, ji wan lêkolîneran bê kirin. Hîn li cem wan nivîskarên klasîk, yên yûnanî û romayîya berê peyda bûne, weke ku kêlîkek berê jî hate gotin. Entereseyek xurt hebû, ji bo gotinên pêşîyan. Pytagoras, Aristoteles, Theophrastos li ser yên kevin dixebitîn û wan gotinên pêşîyan yên nû karakterîze dikirin. Bi eynî awayî Plutarkos û Caesar. Lê herî zû, wexta ku mirov tê ber bi serdema navîn de, mirov entereseyê ji bo gotinên pêşîyan keşif dike, wilo xurt hewildan tên çêkirin, da ku ew sîstematîk bêne berhev kirin, ew bêne bi rêk û pêk kirin û saz kirin, li ser wan tê xebitandin û ew bi hev re tên miqayese kirin. Ew a piçekî jî girêdayî bû, bi wan entereseyên dînî yên mezin ve, yên ku serdema navîn karaterîze dikirin. Dema navîn tu caran ne ew şeva tarî bû, ya ku gelekan dixwestin, dixwazin welê nîşan bidin. Ji gelek alîyan de, dema navîn ew a herî enteresan e, ji qonaxên wan deman; tije bi tevgêrên gelî yên bi hêz, barkirî, tije bi fikirên biqudret, dewlemend bi pêşveçûnên qerase, mezin, û şexsîyetên mezin yên afirander, yên peydaker. Serdema navîn rê vekir ji bo gelek tiştên nû. Di wexta dema navîn de, helbestnivisîna gelêrî jî geş bû, hem ya dînî û hem jî ya dinyewî. Pirs ew e, ger ku tu caran helbestnivisîna gelêrî werê girin aktuel an jî di rojevê de bû, weke ku di wê demê de. Gotinên pêşîyan jî aîdî helbestnivisîna gelêrî (folkdiktning) ne. Bi taybetî ew rahibên manastra bûn, yên ku dicivandin, ji devên xelkê berhev dikirin û li ser wan dixebitîn, an jî, belkî jî, bi serê xwe gotinên pêşîyan dinivisîn. Fabian Månsson yê ku ji bo romanên xwe yê dema navîn, bi awayekî xîretkar li arşîvan digerîya, lêkolîn dikir, di dû xebata xwe re, nivîskar gihîşte wê qeneetê ku piranîya ji wan gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek û yên ku hîn jî dihatin bi kar anîn, ku koka wan digihîşte; keşa, rahiba. Wan, yanî ew keşa û rahiba, ji ew mîratwergirtîyên, uslûbê axaftinê, teabîr, yên ku ji nifşan û bi vir ve li ba xelkê, tercîmeyî latînî dikirin. Gelekê caran pir bi awayekî azad, carinan bi mîzaha latînîya serdema navîn (munklatin), li wir qafîye û lîstika gotinan zêdeyî pêwîstîyê bûn û helbest dinivisîn, herweha gotinên pêşîyan yên nû bi latînî, yên ku paşê dihatn neqil kirin û diketin jîyanê û zimanên xelkê. Rahiban gotin venedişartin, rasterast digotin, bi taybetî ne bi latînî. Hêz û tesîr ji wan nediçû, wexta ku ew tercîme dibûn û dihatin ser lêvên, diketin nav devê gundîyan, zenaetkaran û leşkerên welat. Lê ew ji min re bêaqilane xuya dike, wek ku hin wê dikin, ku bêvila xwe biqermiçîne ji ew deqarûbûna, zimanazayîya û mistehçeniya, ku bêguman gelek ji wan gotinên pêşîyan yên ku dema navîn karakterîze dikin. Li cem gelek ji ew gotinên pêşîyan, yên ku ji wan re mistehçen tê gotin, di wan de karakterekî welê tîpîk, stîlek werê sabit û minasib, dengvedanek wilo xweş, ku ew bi zimanê xwe jî aîdî wan gotinên pêşîyan yên herî başin.
Ji derveyî rahiban jî, di wê demê de, gotinên pêşîyan pir dihatin bi kar anîn û karakterîze kirin, mesela ji alîyê yekîtîya esnafan û yekîtîya zenaetkaran, ji alîyê leşkeran, ji alîyê nivîskeran, di nav ew hawirên, yên ku hertim serên zîrek, jîr û zimanên şên ji wan peyda dibûn û yên ku xwedîyê daxwazek cihê, ji bo ku wan xwe karakterîze bikirna.
Ew ê herî mezin ku di temamê zemanan de gotinên pêşîyan berhevkirîye û wan tefsîr kirîye Erasmusê ji Rotterdam e (Erasmus av Rotterdam), hûmanîstê mezin yê serdema navîn, yek ji wan şexsîyetê herî pêşçav bo dema nû, wek fîlolog ji dahîyane, nivîsyar, neqaş û hunermendê stîlê. Di kitêba xwe ya bi navê ”Adagiorum Chiliades”, ya ku zêdetir bi navê Erasmus Adagia dihat nasîn de, wî gotinên pêşîyan ên antîkê berhev dikir û cîyê wan bi awayekî minasib û hunerî diguhert û wan tefsîr dikir. Di sedsala 16an (1500-talet) de li Almanya bi awayekî jêhatî, dest bi berhev kirina gotinên pêşîyan yên germanî û bi taybetî jî yên almanî hate kirin. Di nav ew ên lêkolîner û yên ku tefsîr dikirin de, ku navê çend heba ji wan bê gotin; Tunicius, Agricola, Bebel û Seb. Frank di sedsala 16an de, Eyering, Petri û Lehmann di sedsala 17an de, Blum di sedsala 18an de û Wagner, Körte, Eiselein, Simrock, Binder, Wächter û ew herdu Dürringsfeld, di sedsala 19an de. Di xebata Dürringsfeldan, ya pir enteresan û tîpîk de jî koleksîyonek dewlemend ya gotinên pêşîyan yên bakur (nordiska ordspråk) hene. Bi nisbetî yê almana – evana, herweha xwedîyê ferhengek gotinên pêşîyan ya Wander e, ya ku bi 300 000 gotinên pêşîyan yên almanî ye – edebîyata xelkên din feqîr e bi pêk anîna û li ser xebitîna koleksîyonên gotinên pêşîyan. Ji pisporên gotinên pêşîyan ên îngilîzî; Howell di sedsala 17an de, Mapletoft di sedsala 18an de û Hazlitt di sedsala 19an de û ji îskoçya Hislop, ji Fransa Meurier di sedsala 16an de, d´ Humiêre, abbê Tuet, Quittard, de Lincy, Delanoue, Bladhê û Canel – evana tev di sedsalên 18an û 19an de feal bûn û yê ku dawîyê hate behs kirin, bi taybetî jî gotinên pêşîyan yên Normandî berhev dikir û dinivisî û di nav geleka ji wan de, dibe ku tabîî be, ku şibandinek xurt hebû, bi wan gotinên pêşîyan yên bakurî (nordiska) re. De Montargis di sala 1791ê de koleksîyonek gotinên pêşîyan, yên bi qafîye weşand. Ji bisporên gotinên pêşîyan yên fransî, divê bi taybetî bê qal kirin, mesela yê di sedsala 18an de wek Cormantel. Di nava îtalîyan de, dîsan divê bê destnîşan kirin; Varini di sedsala 17an de û di nav ên îspanî de jî, Nunez di sedsala 16an de. Holanda cîyekî balkêş digre û ya ku navdar e, ji bo Harrebomêe ya xwe, ku pirtûka gotinên pêşîyan yên holandî ye ”Spreekwoordenboek” ku hatîye weşandin. Li Danîmarka koleksîyonên Per Laale di sedsala 16an de, ên Peder Syv di sedsala 17an de û di sedsala 19an de ên K. Molbech, E. Mau, Fenger, Kristensen, Ditlevsen û gelekên din. Lê Norweçê J. Aasen rêberîya xebata berhevkirina gotinên pêşîyan kirîye û ew qismî bingeha xwe ji berhevkarên jêhatî ên heremî sitendî ye, li Îzlanda jî Gudmund Jonsson. Li Finlandîya, li wê derê enteresek pir baş ji bo helbestnivisîna gelêrî (folkdikting) hatîbû veqetandin û li wir berhema pêşevan, rênîşander ya E. Lönnrot û koleksîyonek şahane ya gotinên pêşîyan yên siwêdî li Fînlandîyayê hatîye çapkirin û ji alîyê V. Solstrand ve hatîye redakte kirin, kom kirin û weşandin û bi wezîfedarkirina komela edebîyatê ya siwêdî ku li Fînlandîyayê ye û ya ku xebata wê hêjayî hemû teqdîrê ye.
Aniha ku mirov ji evana û hin lêkolînerên din yên navdar bipirse, bê ka gotinek pêşîya çi ye? Mirov ê pir bersîvên cihê bigre, an jî bibîze.
Ew Rotterdamusê mezin dibêje: Paraenia est celebre dictum scita quapiam novitate insignit, yanî: Gotinek pêşîyan ristek e baş naskirî an jî ji alîyê giştî ve tê bi kar anîn û bi formê xwe yê herî baş ku hatîye îfade kirin e.
Sebastian Frank dibêje: Li cem wanê berê gotinek pêşîyan dihat wê manê; gotinek kurt û biaqil, yekûna bazirganî û awayên jîyanê di jîyanê de.
Ew gotinên pêşîyan yên xwezayî kurt û balkêşin, ew gelek caran bi teşbîh dipeyivin. Li cem temamê netewa û zimanan, aqilê ew ên biaqil, di ewan gotinên gêşîyan yên kurt de veşartî ne, wek ku çawa hemû aqilê dinyewî û ebedî, xwe di sindoqên girtî de diparêzin. Di nav hemû biryar, qerarên bêfeyde vala û gotarên însanan de, qet tiştek ne rasttir e û dîyar û miayen e, ji ew gotinên pêşîyan, yên ku tecrûban hînkirîye û dîsa yên ku xwezayê û aqil nivisîne û ew xistine dev û qelbên temamê însanan. Wexta ku yên berê di bersîvekê de, di yekûna hemû tiştî de, dixwestin ku giringîya jîyanê ya mezin, qerase û biqudret derxitana der, hingê wan gotinên xwe yên pêşîyan dihûnand, yanî digotin. Werê tercime dikir ditina xwe, di derheqê gotinên pêşîyan de, di berbanga dema nû de, ew ê kal ê Almanî, yê ku koleksîyona gotinên pêşîyan çêdikir.
Howell dibêje: gotinek pêşîya divê ku xwedîyê sê xisûsîyeta be: mane, kurtî û xwê (yanî tahm). Nivîskarê din jî hejmara sisê bi kar tînin, lê xisûsyetên wan tên guhertin, ji ”deng, ton, stîl û xwê” heta ”bedewî, hêz û dereceya tahmê”. Xwê, yanî tahm li cem teva heye, îcadmend li ba axlebê wan û kêm gotinî li cem gelekan. Spehîtî xisûsîyetek e, ku tenê kêm kes qal dikin û dîsa jî, gelek gotinên pêşîyan dagirtîne bi dewlemendîyek û bi xweşikahîyek zelal.
Em ê di dû re, li wan bispor û erbabên gotinên pêşîyan, ên Siwêdî vegerin.
*
Ger ku mirov kurtayîyekê bide, hingê mirov dê belkî bikarîbe bibêje ku gotinêk pêşîyan ew e, ku bi çavdêrîyek û tecrûbe, ava kirina ristek, ya ku ji hêla giştî ve muteber, minasib hatibe fikirîn, bi kêm gotin – cûreyekî stîlek kêm peyiv – ku hatîye karakterîze kirin, ya ku jîyaye yan jî ku di devên xelkê de hîn jî dijî. Gotinek pêşîyan epîgramek xelkê ye. Ew gotinek e, ya ku bi ton, dengvedan û rengê xwe, biaqilê an jî bi bedewîya xwe bask girtîye, ya ku wê xwe di hafiza, di bîra xelkê de helandiye, bi rêya arê xwe an jî bi peyiva xwe ya bitinaz, ku bi zimanê xelkê lîstiye. Gotinên pêşîyan helbestên xelkê ne, pir kêm caran bi awayekî şayîk kirî, zêdetir caran bi şewqa xwezayî, bi kêfxweşî dagirtî, tezetî, biaqiltî û bi bixar derxistina, hêza ji axa biber, bi carekê hatîye mohr kirin; hem bi bêberî û hem jî bi biberî, nîşandana jîyana mirovan û qedera wan di temamê rewşan de. Ew bi carekê perçeyekî ji yek kevin, ku qismî şaîrtîyek qelîyayî ye, bermayîyên kilaman û kahîntîya şaîrên xelkê, yên ewil û kesên kahîn û ji dervayî vê, wan zîlên, şitlên ebedî bo yek nû, ji bo ku ew bi gotinên pêşîyan re û yên ku digel kulîlkên daristanê, ên ku her payîz dimrin û her bihar dîsan zil didin. Ew lîstikek bi gotina ye, lê lîstikek ku cidîyetek mezin di bin de. Ew wecîze û maxîmin, yanî qaîdeyên jîyanê ne di zimanê xelkê de, ji ku bawerîyek mezin bi başîyê, saxlemî , optîmîst, xweşbînîyek xurt û îşteh bo jîyanê, ji ku dijwarîyek û rexneyek sert ji wê tinaza tahl, tinazek dijwar li raserî însana, li cem hin xelkan bi mîzahê nerm bûne, wek ku ne kêm caran ew dibin henekên hirçikî, henekên kerkî (galghumor). Di gotinên pêşîyan de, wek ku lêkolînerekî kevinar jî gotiye; hikumê zanyarîya xelkê hatine bi cî kirin. Tebîetên xerab, hişk tên rexne kirin, fazîlet, rûmet bi mertal re tên hildan. Zalim û zordest rastiyê dibihîzin. Ew yên ku pesinê xwe didin, yanî yên fortek; ji ketina xwe ya ku tê, hayedar dibin. Ew ên ku kar dikin, xweş dimeşin, ji bo edaletê têkoşîn, ya rastî ew kêm dibin xwedî îqtîdar û şewqa der, lê belê ew wijdanên xwe yên paqij û rûmeta xwe, bêleke diparêzin.
Gotinên pêşîyan wek e aksîyoma (îdîaya teorîyeke bingehî) xuya dikin. Ew ji kategorîyên îdîayan teşkîl in. Ew guh nadin îstisnayan. Ew qaîde ye, ya ku li keviran tê kolan. Lê carinan diqewime ku, ew guhertina îstisnayê xwe bilind dike, li dij derdikeve û heyfê distîne, an welê ku ew xwe li ba wê gotina pêşîya eşkere asê bike, wek dûvikek, an jî carinan wek dûvikek bi mîzaheke bi çiva terîyê, yan jî wilo wek îstisnayek ku ji xwe re gotinek pêşîya, ya nû, bi xwe biafirîne, çêke, werê kategorîk wek yê berê. Ji ber wê, qorek temam yên gotinên pêşîyan ku li hember hev şerker, ters, yên ku bi hev re di şerekî bêhûde dene û yê ku tu yek ji wan bi ser nakeve, ji ber ku herdu jî biheq in, herdu jî ew guhertina nakokîya, tersîya jîyanê, ya ebedî nîşan didin. Ji giştîkirinekê û ji hin bûyerên pir xerab, ji neheqîyan, an jî biserketina kiryarên ku bi awayekî, yekî din dixapîne, ew, yên ku wek gotinên pêşîyan yên xerab tên bi nav kirin, peyda bûne, bo nimûne; hîlebazê herî mezin, xwedîyê şansa herî mezin e. Herkes diz e di tevgêra xwe de û hwd. Lê ku mirov ji nêz ve li ser van gotinên pêşîyan bisekine, bifikire, dêna xwe bidê, wê gavê mirov dê keşif bike, ku ew her çendî ku giştîbûnek neraste, lê wek qaîde di wan de hin pîvanên rastîya ku bi tecrûban dagirtî hene. Eger rewş ne wilo ba, dê ew ê navûdend nedana, lê belê bimrana. Peyda bûna wan, îzah dike ku, muhtemel e wek têkoşîna şer, qorek ji îstisna ku li dijî qaîde ne.
*
Gotinên pêşîyan dişîbin ew cihûyê ku digere. Ew misêwa di seyahatê de ne. Beşê herî mezin ji gotinên pêşîyan, weha xuya ye ku, û muhtemel e ku hîn di destpêkê de, hevbeş bûye ji bo hemû xelkan û hertim ew welê bûye. Lê formên wan hatine guhertin û gerandin. Bo Rojavayê Ewrûpa, gelek ji wanê herî naskirî, muhtemel e ku bi wan legîyonên romayîyan re hatibin û bi ew, yên ku qanûn bi cî tanîn, bi wan mîsyonerên xiristîyan re, bi ew pêlên koçê xelkên re, bi ew xelkê cihû, yê ku li xerîbîyê belav bûye re û yên ku xwedîyê dewlemendîyek û edebîyatek gotinên pêşîyan ya geş bûne, ne bi tenê di Încîlê de, lê belê herweha di Tewratê û Mîdraschê de jî. Ereban jî bo Rojavayê Ewrûpa, wilo xezîneyek mezin û dewlemend ji gotinên pêşîyan, ji yên Welatên Rojhilat neqil kirine. Mumkin e ku ew edebîyata îspanî û ew zimanê xelkê yê îspanî, ku xwedîyê zengînîyek zêde ye, bi gotinên pêşîyan, bi piranî girêdayî bi wê tesîra bû, ya ku hem cihûya û hem jî ereban bi cî anîn. Ew kapasîta mirovên Welatên Rojhilat, yên ku di teşbîhekê, şibandinekê de, peyda kirina şiklê îfade kirinek minasib, lêhatî ji bo observasyon, yanî çavdêrî û lênêrîn, gelekên caran ew di wan gotinên pêşîyan de, îfşa dikin, eşkere dikin. Hatîye gotin ku, wexta ku cihû ji Îspanyayê hatin derxistin û bi sed hezaran hatin belav kirin, li seranserê dinyayê, hingê gotinên pêşîyan bi derbekê ve, ew bûn xwedî belavbûnek pir mezin. Qismek ji wan cihûyên qewirandî, an jî bi zorê bi dûr xistî, bo nimûne; bacarê Selanîkê ava kirin û di demeke kurt de, li wan derûdorên, di wî devera, di wî qismê dinyayê de, dewlemendîyek pir ji gotinên pêşîyan, yên nû derdikevin holê, derdikevin meydanê, yanî xwe nîşan didin, yên ku berê ew ne dihatin nasîn li wê derê. Bi seferên karwanên xaçperestan û bi wan rêyên nû, yên bazirganîyê re, gotinên pêşîyan xwe bi lez belav kirin. Mirov ê, ku mirov bixwaze dikare bibêje, ku gotinên pêşîyan didin pey dûva sê ”K”yê mezin; ”Kyrka med kloster”, yanî; Dêr û manastir, ”Krämare och kriget”, yanî; Şer û bazirganî.
Ew meşa wan, belkî jî beşê herî enteresan teşkîl dike, ya di derheqê gotinên pêşîyan de. Bê çawa ew ji xwe re rê vedikin, di ser deryayan re û di çolan re, zora temamê zehmetîyan birin û li dij mirinê bi xwe, derketin. Di wê meşa xwe ya ebedî de, gelek caran ew kirasên, cilên xwe diguhêrin, mîna ku ew dev ji wan kerpalên xwe, yên kevinbûyî berdin û kincên nuh bigrin, bistînin, wek wan xelkên ku ew wan zîyaret dikin. Li cem hin xelkan, rengên cilan dibe cûn, xwezayî û hêsan, hema hema xizan, hejar. Li ba hinekî din, ew dikarin bi her cûreyên rengan biçirisin û kulîlk lêkevin, carinan bi dewlemendîyek werê, ku ew gotinên pêşîyan, piçekî ji wê karatera xwe ya xwe ser bê par dimîne. Li gel vê jî ew formê ziman yê hunerî, di dereceya herî bilind de, ji ku mirov bawer dike, li cem gotinên pêşîyan dimîne, mewcûd e, ji peyivgerandina ku di derheqê karakterîze kirin bi xwe, ji hêla destên zane ve hatîye kirin.
Herweha, eger ku formê gotinên pêşîyan di meşa wan de tên guhertin jî, lê dîsa jî naveroka wan xera nabe. Wek qaîde, ji bo ku nuans û hin ecêbên neteweyî carinan bikaribin bên şopandin, herweha di derheqê naverokê de. Tibabek mezin ya ji varyantan peyda dibin, nîşandana rewşa herêmên cografîk yên cihê cihê, jîyana pîşên, meslekên cuda, tecrûbeyên nû bi destxistî, yên însanan û hwd. Gotinên pêşîyan, ne bi tenê digerin di ser nijadan û sînorên, tixûbên netewan de, di ser derya û beşcîhanan, kontînentan de, ew di zemanan de jî dimeşin, bi rêya nifşan, jenerasyonan û di wan meşan de, misêwa varyantên nû li wan zêde dibin. Lê bi temamî gotinên pêşîyan ên nû jî çêdibin. Gelek ji wan gotinên pêşîyan jî dimrin, di wê rêwîtîya di nav xelka û zemanan de, wê gava ku ew bersîva naveroka xwe nadin, pêdivî, îhtîyaca xelkekî an jî îhtîyaca demekê, yan jî ne bi rêya formê xwe yê nenormal û xerîb, ji bo ku ew ebedî xwe bi zimanê xelkekî ve dax kirîye, zeliqandî ye – û ew ên ku dimrin, dikevin nav erdê biber – lê hîn bêtir, zêdetir jî ew çêdibin ji nav dilê însanan, yên ku ew ebedî wek erdek bakîre ye. Ew jî dibe ku gotinek pêşîyan, ya ku dikeve nav erdê û zemanekî dûr û dirêj li wir jibîrkirî dimîne, ji nişka ve, bi derbekê re, dîsan ji nû ve zîl didin der, şîn tên û ji nû ve ruh digre an jî ji sîrkulasyonekê vedigere, bi şûn de tê, bi an jî bê nîşan û marke, di dû odyssêya xwe, yanî di dû rêwîtîya xwe, ya dirêj û bi gelek tiştên hêjayî dîtinê û macera û serpêhatîya.
Gelek lêkolîneran miqayese kirina komên, yekkirinên gotinên pêşîyan, yên ji ew xelkên cuda, varyantên, cureyên û nuansên wan kirine. Wek ku welê, behsa gelek ji wan, berê jî hatibû kirin. Û hîn jî li vir, dikare careke din bê balkişandin ku; Tapp, yê ku hîn di sedsala 16an de, yên Almana bi ew ên antîkên re miqeyese kirîbû, herweha Monosini, yê ku ew ên îtalî bi ew ên yûnanî yên kevin û ên latînî re miqayese kirîbû. Matras salekê miqayese kir (1630), yên ku li Kopenakê, di kitêbekê de hatin çap kirin, ew gotinên pêşîyan yên danîmarkî, almanî, fransî û îtalî. V. Gaal ê Awistûrî û Caroline Ward ya îngilîzî, kitêbên miqayesekirina gotinên pêşîyan û yên giring nivîsandine, yê pêşî di navbera şeş û yê paşê jî di navbera pênc zimanan de. Celakowsky miqayesa gotinên pêşîyan di navbera hemû zimanên Silavî de kirî ye. Grubb (di nêz de li jê rê) û Marîn yê siwêdî jî herweha di derheqê aqilmendî, qurnazî û bi awayekî jêhatî ew gotinên pêşîyan yên bakur (nordiska) (û bi tertîb ên siwêdî) miqayese kirîne, bi gotinên pêşîyan, yên ji gelek zimanên din re. Li derveyî pêşbirkeyê, divê herweha li vir dîsa jî ew herdu Dürıngsfeld, yên ku li pişt ew kitêba, ya miqayese kirina gotinên pêşîyan ku aktuel dike, ji 230 cure ziman an jî devok (munarter), yên cuda, cihê, yanî yên ne wekhev.
*
Ku mirov ji nêz ve li gotinên pêşîyan binêre an jî lêbikole, dê mirov wê gavê keşif bike ku, ew gelek caran, ew fikir in, refleksîon in, izahet, rexne, têbînî, encam û netîce, yên di derheqê rewşa xwezayî, ew bûyerên hêsan ên jîyana rojane ya di derheqê; alet, amûret û alavên xebatê û hwd. Wek wilo, yanî bi vî rengî, ew tiştekî zêde ji me re nabêjin. Lê di pratîkê de bi kar anîna wan, ya di jîyana civakî, sosyal, exlaqî û manewî de, ew hemû panahîyên, rûberê fireh ji tecrûbên berhevkirî ên mirovahî, însanî, biaqiltî û rastî, yanî heqîqetê vedikin.
Gotinên pêşîyan bi teswîr in, bi wêne ne, ew bi wêne û bi teşbî an jî şibandin dipeyivin. Xweza ew hostê ewil bûye, yê ku fêr kirî ye û ew jîyana rojane yekî din. Bi rêya wateya, maneya wênên xwe jî, gotinên pêşîyan gelekên caran ew dibin du wateyî, du maneyî û carinan jî pir maneyî û ne kêm caran ku ew pir dişibin wan tiştonek, yanî têderxistinokên gelêrî, yên ku ew jî beşek, şaxek ji helbestnivîsa ku jê tê hez kirin, ya gelêrî ye. Gotinek pêşîyan dikare werê bimaharet karakterîze bibe, ku ew dikare di gelek herêmên, yên ku bi temamî ji hevûdu cuda, ji hêla civakî û etîk, exlaqî de, di pratîkê de bêne bi kar anîn. Carinan dikare di gotinek pêşîya, ya ku herî sade xuya dike de jî, tê de wek mîrarî ya, încî ya di sedefa deryayê de, fikirek ji krîstalekî çirisî, şewq an jî pêkenînek, mîzahek ji hostetîke şahane, yanî ya herî baş, listikek gotina hebe. Lê li wê derê dikare tiştekî vekirî û neminasib, yanî mistehcen jî hebe, yê ku ew ne hindik caran derbasî ew bêedebîyê, xerabîyek, gotinek ne çê, bi ew derzîya mêşa herî bijehrî. Bê guman, li vir gelekên kore û pahn jî hene, an jî gotinên pêşîyan ên ne kamil, lê di derheqê ew ên nîvçêbûyî de, yan jî yên seqet, mirov dikare bêyî ku şaş texmîn bike, bibêje; ku ew ne kevin in û ne jî ku jîyanek dirêj li pêşîya wan e.
Ew formê gotinek pêşîya ya hosteyane, hertim sade ye, hêsan e. Ew a sade, ew a mezin e, li vir û hertim. Îhtîmalek dibêje; ji bo ku fikirek, gelekê caran bûye gotinek pêşîya, ew tam bi sadeyîya xwe, ya minasib, di cî de û bi formê ku bi tonek tijî, tonek bi zingînî ye. Wexta ku ew ji bo hilgirtina fikirekê, kirasekî minasib peyda dike, tê dîtin ku gotinek pêşîya bazdide pêş Pallas Athene, ji serê Zeus.
Hin hene, ew ên ku bawer dikin, ku bo gotinên pêşîyan, bi tenê divê ku uslûbê axaftinê û teabîrê welê bêne hesibandin, yên ku xwedî wêne an jî dumaneyî ne. Hinî din dîsan difikirin ku hew yên welê, ku ji alîyê giştî ve tên bi kar anîn û ji hêla giştî ve tên nasîn û ji alîyê ew xelkê heqîqî, rast, di welatekî de, gotinên pêşîya ne. Mirov dikare, li gel vê jî bi zorê tiştekî welê, qaîdekî ku di berjewendîya civatê de, bi rêz bike. Hin berhevkarên gotinên pêşîyan, dîsan jî, dibe ku ew çûbin hember, alîyekî din, yê dersînorî, di wê de ku wan têkilatî, minasebet di nav de hesibandin e, herweha ew uslûbê axaftinê ên herî piçûk, negiring ji banga ew ên herî rojane, adî, basît, li wê derê, tam, bi temamî tu penç nikarin bên keşif kirin.
Gelek pê mijûl bûne ku gotinên pêşîyan dabeşî, taqsîmî grûpên cuda bikin. Di dû vê re, dê ez ê ji nêz ve nekevim nav (dibêje F. S.). Mirov divê ger ku minasib be, li gel vê jî bikaribe du cure zelal, eşkere ji hev veqetîne: ew ên giştî, yên ku mahne, wate didin fikirek e, exlaqî, civakî an jî pratîk, eynî heqîqet li her deverê, gelekên caran ew pir kevin in; û ew ên taybet, yên ku ji hin bûyerên dîrokî çêbûne, ji bi kar anîna herêmekê derketine pêş, an jî ew koka xwe ji çîrokek taybet, pirtûka qanûna û hwd digrin. Ev gotinên pêşîyan yê ku dawî hatin behs kirin, wek qaîde aîdî zemanekî dîyar, cî an jî tore, yanî kevneşopî ne.
*
Di derheqê ên Siwêdî de
Berî ku niha em derbasî ew gotinên pêşîyan ên siwêdî bibin, belê, em pêşî binêrin bê ka ew ên berhevkar û lêkolîner kî bûne, yên ku bala xwe dane ser vî beşê, ji ew helbestnivîsîna (folkdiktning) siwêdî. Hîn di sedsala 17an de, gelek koleksîyonên gotinên pêşîyan ên siwêdî (Svenska ordsedbar eller ordsaghor), hatine weşandin. Ew yê ku berê, ew gotinên pêşîyan ên siwêdî kom kirî û zêde bi kûrahî miqayese kirî ye, ew ê xerîb û balkêş serokbacar, serokbeledîye; Chr. Grubb yê li Kalmar bû. Kitêba wî; Penu proverbiale ya ku cara ewil li Norrköping û di sala 1656 de hatîye çap kirin û ew bi awayê xwe giring û ji yê pêşevan e.
(Lê di derheqê hem sala çap kirinê û hem jî cîyê çapê de, Per Erik Wahlund, di pirtûka xwe ya bi navê: Osed och ordsed de, wanî dinivisîne; Grubb cara ewil ne di sala 1656an de û li Norrköping, lê belê li cem Daniel Kämpe û li Linköping û di sala 1665 de çap kirî ye).
Yekî ji biserketina xwe piştrast,Törning ji Göteborg, piştre ew koleksîyona Grubb temam kir, kamil kir. Di kêtêba xwe ya bi navê Ludus Literarius de, yê me ê navdar, qewlnivîs û lêkolînerê ziman Jesper Swedberg, gelek ji wan gotinên pêşîyan yên me, yê herî karakterîstîk civandî ye. Swedberg wê xebatê, wek ku tê zanîn di dawîya sedsala 17an û di destpêka sedsala 18an de îcra kirî ye. Di parastina teza xwe de, ya li Uppsala û di 1716an de, parastî ye Beronius û yê ku pişt re bû serekmetran, di ew teza xwe, ango lêkolînek zanistî ya bi navê; De Proverbiis de. Lêkolînerê ziman yê herî pêş, yê sedsala 18an û yek ji wan rojnamevan û nivîskarê herî baş Johan Ihre, di berhema xwe ya mezin, Glossarium Sviogothicum (1769) de, bi eynî awayî, wî jî xwe bi wan gotinên pêşîyan yên siwêdî re mijûl kirî ye. Dîroknivîs Sven Lagerbring jî, di kitêba xwe ya bi navê Svea Rikes Historia (1769-83)de, bi xezîna me ya gotinên pêşîyan re eleqedar bûye û ji wê materyal hatîye anîn, ji bo ku biryar dana, nirxandina, mîzaca, tebîetê xelkê siwêdî û urf û adetên bo xelkê me, yê zemanên wendabûyî, bihurî. Di sala 1807an de, li Stockholm Lars Rohdin koleksîyona xwe, ya bi navê Svenska Ordspråk, yanî gotinên pêşîyan ên siwêdî, çap kir û yên ku hejmarên wan niha gihîştîye sê hezaran. Di eynî salê de li Göteborg Costen Rabe, kitêba xwe Ellova Hundra Ellova gotinên pêşîyan ên latînî û herweha bi wergera siwêdî jî çap kir, gelek di nav wanê çap kirî de, niha hatine bi kar anîn û wek ku ew bi temamî gotinên pêşîyan yên siwêdî bin. Di sala 1848an de, Alb. Bonnier koleksîyonek gotinên pêşîyan, yên belge kirî, di bin navê Runor de çap kir û ji alîyê Herman Levin ve, ji nû ve hatîye form kirin.
Di saxtîkirina, lêkolîna arşîvê de li Uppsala H. Reuterdahl belgekî, belgenamekî keşif dike, yê ku da xuya kirin, ku tê de zêdetirî hezar heb gotinên pêşîyan, yên serdema navîn hebûn. Mirov di lêhûrbûnek ji nêzîktir ve, ya li ser wan, keşif kir ku ew lîsteya bi siwêdî û latînî nivîsandî, divê ku ew bûbe bingeh ji bo, ew ên ku Per Laalê di destpêka sedsala 16an de çap kirî û ew ên ku kitêba gotinên pêşîya, ya ewil ya Danîmarkî ye. Reuterdal, ew tiştê ku hatîbû dîtin, yanî ew keşif, di sala 1840an de, di xebatekê de û bi navê Gamla Ordspråk på latin och svenska, yanî; gotinên pêşîyan ên kevin yên bi latînî û siwêdî weşand. Di sala 1865an de eynî nivîskar, pirtûkek bi navê, Den svenska ordspråksboken çap kir, ya ku bi piçekî zêdetirî ji sê hezar gotinên pêşîyan bû. E. G. Wensell di sala 1863an de kitêbek bi navê Två tusen Ordspråk, yanî Du hezar gotinên pêşîyan çap kir. Di navbera salên 1857-86an de, pîskoposê Öregrund K. Strömbäck bi zehmetîyek û xebatek dûrî aqilan ferhengek gotinên pêşîyan, ya bi navê; Svenkt-nordiskt ordspråkslexikon amade kir û bi naverokek – li gor rêza alfabeyê û gotinên pêşîyan yên siwêdî û navdar û naskirî miqayese kir; bi yên norwecî, danîmarkî, îzlandî, giravên Fer (Färöiska), almanî, fransî, îngilîzî, îtalî, latînî û yûnanî re. Welê bêqîmet û negiring em lê miqate bûn, lê hay bûn, ew xebata ku ji alîyê rêzek lêkolînerên navdar, yên xerîb, bîyanî ve, bicoş hatîye metih kirin, ya ku ew hîn jî ne çap kirî û li pirtûkxaneya qirql; Kungliga Biblioteket li Stokholmê dimîne. Di salên 1889-94an de, ew fîlologên li pêş, xuya; Axel Kock û K. af Petersens, xebata xwe ya di derheqê; Östnordiska och latinska medeltidsordspråk, yanî gotinên pêşîyan ên dema navîn û yên latînî û ên rojhilatêbakur, yên ku bi naverokek, ku bi lêhûrbûna metnekî, tekstekî rexnegir ji gotinên pêşîyan ên siwêdî, yên kevin weşandin. Gelek nivîskarên nenas jî, hin koleksîyonên hûrik weşandine. Ew profesorên û doçentên, Johan Lundell, Herman Geijer û Wilh. V. Sydow, bi rêya wan, ango ji wan nivîsên, weşanên redaktekirî, ji bo lêgerîna hafiza gelêrî û tişten din, alîkarî kirîye bo ew hişyarbûna entereseya, herweha ji bo gotinên me yên pêşîyan.
*
Di pêşgotina xwe ya bo “Svenska ordspråk” de Rhodin dike ku di dû Ihre û Lagerbring de, ku ”xelkê siwêdî ji zemanê kevnar de, herî pir xwedî zewqek û meyîldarî ji bo ew awayê xeberdanê, axaftinê, yê nezelal û yê wek tiştonekan, herweha ji bo gotinên kin û zimanê edebî, zimanê bitore”. Heke ku, her çiqas ku em nikarîbin bi Welatên Rojhilat re bikevin reqabetê jî; yên ku dergûşa gotinên pêşîyan e, bê guman ew xelkê siwêdî li gor mezinahîya xwe, ew xwedîyê xezîneyek zengîn û bê hempa ye, ya ji gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek. Lê hîn jî giringîyek mezintir ji pir cureyîyê, di ew rewşa têrhejmara wan de heye û bi rastî jî stîlek şahane, têgihîştinek îsabetkar û mîzah e. Bêyî ku zêde îdîaya neteweyî û mibalaxe, mirov dikare bibêje ku bi tenê pir kêm xelk xwedîyê koleksîyonek werê heqîqî, yên gotinên pêşîyan e, wek e ew xelkê siwêdî.
Ew gotinên pêşîyan ên herî kevin yên me, koka wan ji Havamal, Eddan, Qaîdeyên qanûna (Lagreglerna) (Juris Canones), Qanûnên herêmên cografîk (Landskapslagarna), Birêveberîya qebîlan (Hövdingastyrelsen), (Rimkrönikorna) û celeb bi celeb belgenameyên dêr û manastiran. Ji, li wan zêde bûna re, ew muhtemel qismî; ji Welatên Rojhilat bi meşê hatine û ji Welatên Başûr jî bi rêya bazirganan, mîsyoner û Vîkînga, hem wek bermayîyên ji Gotiyan û destanên qehremanîyê, yê Keltîyan, çîrok, stranên gelêrî û hem jî, bi ew lêvên gundîyên siwêdî, yên kevin bi xwe peyda bûne, wek fêkîyê ku ji tecrûba qezenc kirî û însîyaqa, ajoya hunerî. Li vir em leqay zimanekî kevin dibin, bi gelekê caran di roja îroj de û bi gotinên jibîrkirî. Ew gotinên pêşîyan yên kevin kurt in, hişk, sert, bihêz û dîsan naverokek xurt didin xuya, bi hunerî hatine hûnandin, wek şûrê mirovên berê ku di agir de zexm bûbe. Ew wek ku herkes pê dizane weke ku Viktor Granlûnd jî bal kişandîye di ”Svenska folket i sina ordspråk, Stockholm 1871” de, ew fêkîyên ewil ji hunerên helbestî, lîrîk yên eslî, yên ku peyda bûn û jîyana li ser lêvên xelkê. Ew nîşanî me didin, wan xirbên, kavilên serfîraz ji şaîrtîyek, helbestvanîyek pir kevin, ji wê dera ku azadî, serbestî, biaqiltî, mêrxasî, gernasî, evîndarî dihat teqdîrkirinê, ji ku hewayeke resmî, ji gotinên xweştahm, lezîz, li vê derê, şîna jîyana mirovan û kêfxweşî di çarîn, çarrêz bi awayekî hêsan û hunerî dihate teswîr kirin. Ew weke ku herkes pê dizane, dikarin li kêleka kilam, stranên kevin, wan çîrokan û stranên gelêrî bên danîn. Tam bi heq, tam rewa, yanî tam di cî de Granlund bal dikşîne ser, ku gava ew kronîkên, pêkenînên û çîrokên kevin behsa ew bûyerên derva dikin: şer û guhertina mîrî, (örlig), yanî ceng an jî cenga deryayê û serhildan, îsyan, weba û xela, wilo mirov leqay dibû di stranan û gotinên pêşîyan de, felsefeya jîyana ew ên kevin û cîhana fikirandinê, adetên wan, yanî urf û adet, zimanê wan yê wêneyan û yê mecaz û şîyana xeyalkirinê, fantazî. Ew bermayîyên ji kultura, çanda me ya herî kevin teşkîl dikin, yek e ku mîratê, mîrasê hemû xelkê, ya ku ji nifşekî derbas dibe bo nifşê din.
Di serdema navîn de, herweha li Siwêd jî gotinên pêşîyan yên nû çêbûn, lê zêde bûn û bi şiklekî pir mezin, hem ji şênîyên gundan û hem jî ji xebatek xîretkêş û aramî û hizûr, hem jî mirovên ku bi awayekî şên, biaqil, di ordîya de û hem jî di dadgehê de, hem ji keşe, rahib yên ku di kitêbxana manastirê de û hem jî ji bazirganan, yên ku ji bazarekê diçin bazarek din û hem jî bîyanîyên ku êrîşî nav welêt dikirin: garpîyan (Garparna), danîmarkîyan, hanseatîyan û ji netewên cihê cihê. Ev kategorîya ku dawîyê hate behs kirin, gelek gotinên pêşîyan yên pircureyî, ji welatên bîyanî bo me neqil kirin, bi taybetî jî ji xelkên ku li der û dora derya Baltikî, lê herweha ji başûrê Almanya, Holanda, Îngîltere û Fransa. Wexta ku Rhodîn dibêje, ku di îtalyanî de gelek gotinên pêşîyan bi nisbet û pevxistin, kompozîsyon wek yên me ên siwêdî ne û lê zêde dike, ku ew yek şahidî dike di derheqê serdana Gotîyan (Göternas) ya kevin bo Îtalya, ji ber wê yekê bêguman dikare li vir heqîqetek têde hebe, lê mirov divê bikarîbe îdîa jî bike, ku gelek ji gotinên pêşîyan yên me bixwe, ji Îtalyayê hatine, hem bi rêya Latînî û hem jî bi hevrêtîya bi ew zenaetkarên îtalî, keşe û rahiban, bazirganên bexşandinê (di dêre katolik de) û leşkerên kirêkirî, yên ku di serdema navîn de, bakur (Norden) zîyaret kirîbûn. Bi eynî awayî, bi bîyanîyan yên ji welatên din, hem di serdema navîn de û hem jî di dû re. Bi vî awayî, hêsîrên şerî, valonî (Valloner), bazirganên îskoçî û holandî û karkerên ku hikûmetên cihê cihê gazî kirî û fînîyên, ên ku li wan daristanên mezin bi cî biûn, bi xwe re bo me gotinên pêşîyan yên welatê xwe anîn; me gelek ji wan berhev kirin, hinek bê kirasekî nû, hinî din bi dilxwazî, hin jî bê dil ji nû ve şikil dan. Ew leşkerên siwêdî yên peyade ku vegerîyan mal ji ew cengên mezin yên zemanê berê – li Almanya, li Danîmarka, li Polonya, li Rûsya – carinan bi wergerên şaş û komik jî, ew neqlî malê dikirin, gelek ji wan gotinên pêşîyan, yên xelkên bîyanî û yên ku dawîyê ketin nav enbara, xizîneya gotinên pêşîyan yên me bixwe û ew xurttir kirin. Ne hertim xweşiktir û bi hunerîtir. Belkî, bilekis bi derbasbûna wan ên bîyanî, yanî bi dagirkirina wan gotinên pêşîyan, ji alîyê hunerî de bû wek balans kirinek. Gelek ji wanên bedew û bi nirx û yên ku gotinên pêşîyan ên eslî xwedî bûn, motiv tune bûna wan li cem ewên nû hîs dibû, herweha ew di dû re çûn ser formê xwe, yanî şiklê xwe girtin. Dîsa jî, herweha gelek ji wan gotinên pêşîyan ên ku pêsikandin, adapte kirin pir xweşin, bitahmin, biespirî, hazircewab, îronîk û tijî, dagirtîne bi mîzaheke bikêf û şad. Bere bere ew bi temamî bi ew xezîna gotinên pêşîyan ên kevi re helîyan.
Bi ew zemanê modern û pêşveçûnê ecêb mezin, bi teknolojîya komunîkasyonê ve, ew hevdudîtina kulturî, herweha herêmê din yên ku xwedîyê pêlek mezin ji binî ve, ya gotinên pêşîyan ên nû bi ser me de gupandin, rijandin. Berî hertiştî gelek gotinên pêşîyan, yên ku zemanê berê, tesbîta cîyê bi hin deveran kirî û bitenê bi dîyalekta, zarava peyda dibûn, li seranserê welat belav dibin û dibin malê hevbeş ji bo temamê xelkê. Ew yek, cî guhertina xebatkaran ji ber belav bûna endustrîyalîzmê, rê, kanal, co û înşaeta rêhesinî, ray, yên ku ber bi xwe ve kişandin û careke din ew bi koma karker ji xwe çeng kirin, avêtin, perçekirina erdê û ticareta kolonîya, bazirganî û mezin bûna trafîka deryayê, hêza kişandina, cazîbea bacaran, ew erka xizmeta leşkerîyê ya giştî, peyda bûna rêxistinên karkeran, çapemenî, karê perwerde kirina xelkê û hwd. Ew a tev bi hev re, yên ku bûne sedem bo pêkanîna, wek cûreyekî koça xelkê ya piçûk. Bi rêya peyda bûna, ji tecrûbeyên nû, dijîtî û nakokîyên sosyal û ekonomîk ên nû, bi rêya pêşveçûna xwezanasîyê, ji ber keşif, îcad û observasyonên nû di hemû alîyên jîyana mirovî, însanî de, hem gotinên pêşîyan ên nû peyda bûn û hem jî ew rewşên nû nîşan didan, hem gotinên pêşîyan ên kevin gelek caran kirasên nû digirtin û hem jî varyant. Ev gotinên pêşîyan ên nû, wek qaîde bi formê gotinên pêşîyan yên bihenek in, yanî yên ku; “wî got”, “wê got”, “gundî got”, “merengoz, necar got”, û hwd, ango yên ku bi wî şiklî dest pê dikin û diqedin. Herweha li wir jî, ew formê xwe yê gotinên pêşîyan yên kevin û paqij diparêzin û ew ên ku bi piranî bi formên xwe, ne kêmhunerî ne, jî ew ên kevin û bi naveroka xwe qelstir, lewaztir. Carekê, dîsa jî ew dikarin mîzaheke xweş, bikêf nîşan bidin an jî tinazek tûj û hişk.
Ew şorişa endustrîyê û teknîkê jî, di vê sedsala dawî de, herweha komek gotinên pêşîyan ên nû bo me peyda kirin û gotinên pêşîyan yên bihenek û uslûba axaftinê (talesätt) ji derve. Deryavana jî bi xwe re gotinên pêşîyan anîn malê, yên ku aîdî benderên, lîmanên bîyanî bûn an jî bi rêya hevaltî, hevrêtîyê ya di keştîyê de, bi deryavanên ji neteweyên din. Karkeran, bazirganan, mihendisan, xwendekaran û turîstan, ji zîyareta welatên bîyanî gotinên wan yên pêşîyan bi xwe re anîn mal. Welatî yên ku ji Amerîka vegerîn, bi şûn de hatin, ne bi tenê ji Amerîka – siwêdî, ziman tevlîhevkirin, bi aksant peyivîn, lê belê, herweha bi uslûba axaftinê û bi berhemên melez ji gotinên pêşîyan, yên ku bere bere, hêdî hêdî di mexzena me ya gotinên pêşîyan de hatin civandin. Heke ku gelek ji wan, wê bikaribin di dirêjahîyê de navûdeng derxin ew ne dîyar e. Lê dîyar e ku gelek ji wan wê bên avêtin, wê ne kêm bin, ji ber ku gelek caran, ew bêyî ew ton, dengvedan û ew esprî ne, ya ku gotinek pêşîyan ji têk çûnê xelas dike.
Di demên dawî de, herweha kategorîyek ji gotinên pêşîyan yên bihenek û uslûbê axaftinê jî peyda bûn, yên ku bi piranî nêzî ew sloganên sosîyal û polîtîk in. Li vira û li wira ew pê ve dibilîn, ku ew bên perwerde kirin bo gotinên pêşîyan, lê bilekis hîna xwedîyê karakterê yê “gotinên bi bask” ji ku, yê gotinên pêşîyan di maneya xwe ya rast de. Di vê koleksîyona mewcûd de, yên mîna gotinên pêşîyan yên bihenek, ne ji ber tu sedemekî, lê bi temamî ew bi îstisnayî hatin wergirtin.
*
Ew gotinên pêşîyan yên siwêdî, bi naveroka xwe kêm zêde gelekî dişibin gotinên pêşîyan yê xelkên din yên ewrûpayî. “Ku pir şibandin heye”, dibêje Rhodin, “di navbera ew gotinên pêşîyan ên ewrûpayî de, bê guman hem ji merivantî, nêzîkatî ya xwezayî ya ziman û hem jî wek têkilatîya, dostanîya navbera wan curegela, milîyeta xelkan maye”. Hinek ferqîyet, ne bi tenê bi form, lê belê di hin alîyan de, herweha bi naverok jî, dîsa jî welê dîyar e ku ew dikarin bên şopandin. Hin giranîya hundirîn bi mîzahê nerm kirin, ew ên siwêdî karakterîze dikin, mîna ew ên bakurî (Nordiska), bi temamî û wan ji hev cihê dike, bi taybetî jî ji yên silavî û romayîyan. Lê belê, berevajîyê vê, ew yên bakurî xwedîyê, mîna gelek, welê çi bi form û çi jî bi naverok dişibin ewên almana yên kevin û ew ên platttyska û holandayî.
Gotinên pêşîyan yên siwêdî jî, wek hemû gotinên pêşîyan; tecrûbên civandî yên jenerasyonan, nifşan û bi naveroka, têdahîya xwe, ew felsefa hêsan ya xelkê xebatkar tefsîr dikin. Di wan de beş, perçe lîrîka gelêrî ya herî baş heye, xwedî li hevdu kom kirina mucîza xwezayê, aqilê kolanê, mîzaha rêyên giştî û bi saw û tirsa wan, şahî û şîna li gund, li bazar, li meydanê, li cem şahî, aheng, di dêrê de, li meyxanê, di dadgehê de û mahkemê de. Ew, me dibin heta qesra Şah, seraya Qiral û wek mîna dayika me erd û keda gundî, koxên xebatkaran û kîsên gerokan. Mirov dikare li ber xwe bibîne, ew koma, komika ji hesingerê xerîb, ecêb, yên ku şikil dane ew gotinên pêşîyan ên siwêdî yê eslî û gotinên pêşîyan yên bihenek: strana jîyanê, helbestvan, keşên gunda, rahibên biaqil, meyxanecîyên kêfxweş, gundîyên seqa kirî, şayîk, şaîr, ên deverê kêm bi şênî û fîlozofên gundan, yên ku li muzîkê dixin û yên ku distirên, şagirtên ku digerin û mibtelayên, heweskarên proses, parêzerên sexte, pîrên ziman dirêj û tûj û red kirina mirovê diacî û mêrê ku pêşnîyaza zewacê dike, kelekvanên, keştîvanên li ber tavê qemirî, şewitî û leşkerê cesûr yê çandingehê, mîrên herêmên bi dêr (sockenkungar), teqe req, mêrên bindest û zalimên mala, xelkên bi serîyên qenc, bi biryar bûn û awirek mizûr, tahmsar û henekhez. Ew e yên me yên ”orjînal” yên ku vî şaxê ji edebîyata neteweyî ya nivîsandî.
Ew gotinên pêşîyan ên heqîqî û bi hunerî hûnandî , ên siwêdî, an bi alliteration in an jî bi assonans (bokstavsrim, konsonant-och vokalrim) in, yan jî normal biqafîye (stavelserim) an jî û hem bi allitteration û hem jî bi qafîya dawî ne, formekî helbestê ji yê herî baş, bedewî, çirisîn û bi şewq.
Çavkanî:
Nivîskar: Ström Fredrik 1929
Navê pirtûkê: Svenska Ordstäv med teckningar av Mark Sylwan.
Çapa nû û bi lîsteya navan ya alfabetîk îlon 1978
Tofters tryckeri ab, Östervåla 1978
ISBN 91-518-1232-0
Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek (2008)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar