onsdag 10 september 2008

Defînîsyon ya gotinên pêşîyan, awayê xeberdanê û gotinên pêşîyan yên bihenek





Hemû gotin yên wek gotinên pêşîyan, wecîze û yên wilo, carinan gotinek pêşîya; ji xwe bi xwe tê karakterîze kirin: ”One man´s wit is many men´s wisdom”. Yanî kurdîya wê: ”Zanîna mêrekî aqilê gelek mêrî ye”. Di etnolojîyê de, mirov van her sê kategorîya ji hev cihê dike: gotinên pêşîyan, awayê xeberdanê, axaftinê (talesätt) û gotinên pêşîyan yên bihenek (ordstäv). Her sê jî, gelek caran dixwazin aqilmendîkê bidin û bikin ku însan bibin xwedî têgihîştin, îdrak di derheqê xwe bi xwe û dinyayê de, an jî bi tenê şîretek pratîk bidin, yan jî ew di derbarê zemanekî minasib, ji bo tov avêtin an jî di pergala karê navmalê de. Ew dixwazin însanan dawetî fikirandin û bixwekarînê bikin, bi awayê xwe yê taybet, gelek caran bi rêya henekek piçûk an jî wênekî îfşaker.
Li gorî Archer Taylor, gotinên pêşîyan wanî tên karakterîze kirin; ku ew yekîneke zimanî ye, ya ku di rewşa forma neguhertî de, di gotinê de bi cî dibe. Wexta ku gotinek pêşîya di zimanê rojane de tê hûnandin, yanî wê demê jî formê wê nayê guhertin. ”Lika barn leka bäst” ”Zarokên wek hev çêtir dilîzin li gel hev”. Yanî; yên wekhev herî kêfxweşin li cem hev. ”Bränt barn skyr elden”, ”Zarokê şewitî ji agir direvî”. Yan jî; “Yê ku devê wî ji şîr bişewite, pif dike mast”. ”Skomakare bliv vid din läst” yanî; ”Xwe li gorî wê wezîfa (jîyanê) ku te bi dest xistîye ragire”, ”Tala är silver men tiga är guld”, ”Peyivîn ziv e lê nepeyivîn zêr e”: çi wextê dibe bira bibe, gava ku mirov ew gotinên pêşiyan bi kar tîne, ew formê der û awayê gotinê, awayê îfade kirinê neguhertî ye.
Ev a ye ku gotinên pêşîyan ji uslûbê xeberdanê, teabîrê (talesätten) cihê dike, ji ber ku gotina uslûbê axaftinê ya wek wecîze, ji derveyî vê, di hemû rewşên din de, li dû sentaksî, ristesazîya cumlê diçe: ”Han hoppade i galen tunna”, ”Ew (mêr) kete tora dînan” dikare bi vî awayî, gava ku welê minasib be, bê guhertin bo ”Hon kommer säkert att hoppa i galen tunna”, ”Wê (jin) ew ê bêgûman têkeve tora dînan”. Awayê xeberdanê, ango taybetmendîyê wê ew e ku ew, xwe li gorî şexs rast dike û dem (tempus) li gorî wê ristê, ya ku ew têde tê hûnandin.
Gotinên pêşîyan yên bihenek (ordstäv) û gotinên pêşîyan dişibin hev, bi wî rengî ew herdu jî yekînenî temam in, yên ku nahêlin, rê nadin ku xwe adapteyî gotinê bikin, bi eynî awayî wek uslûbê axaftinê. Ew a karakterîstîk ji bo gotinên pêşîya yên bihenek ew e ku; ew ji jêgirtinekê (citat) pêk tê, ya bi rista jêgirtinê. ”Tirş e” got rêvî ji tirî re. ” Tu pergal tune” got pisîkê, ji mal hat avêtin di êvara Noelê de. ”Ew dîsan jî tahma zilam dide” got keça navmalî û dîk maçî kir. Niha dîsa yekşem e” got keşê Alsta, wexta ku zîl lê ket û wî li derva bi şewkê masî digirt.
Di wan herdu nimûneyên dawî, yên gotinên pêşîyan yên bihenek de, ji dervî ew jêgirtin (citat) û jêneqilkirinê, hevokek jî lê zêde bûye, ya ku rewşê dide û hîn jî balê dikşîne ser xala girin (di pêkenînekê de cîyê ku mirov dikene, esprî) di wî tiştê ku tê gotin de. Bi tibaba gotinên pêşîyan yên bihenek hene, yên ku behs dikin bê ka kalo çî got an jî pîrê çî got an jî lanetî, mirovê dewletê (länsman) çî got, di vê an jî di wê rewşê de. ”Ew ne tu kêfxweşî bû bi wê şînê”, got pîrê, çaxa ku ew li cem mezelê şaş girîya.
Ji bo gotinên pêşîyan yên bihenek, Archer Taylor di lêkolîna xwe ya şahane ; The Proverbs de terma ”Wellerisms” bi kar anîye. Ew nav ji Sam Weller yê ku di The Pickwick Papers de, di hemû rewşan de li dora xwe gotinê pêşîyan yên bihenek direşîne tê. Ev gotinên pêşîyan yên bihenek yan jî wellerizm, berî hertiştî xuya dike ku ew xisûsyetek kultura, ya ku aîdî xelkên germanî ye.
Gotinên pêşîyan yên bihenek ya rastî ew têne maneya formul. Gotinên pêşîyan yên bihenek yên norwecî (stev) û yên îzlandîa (stefn) tên wê maneya, wek tekrar bûna neqarat ya di helbestek yek malikî de, yanî rêzbûnek ji gotina yên li pey hev û neguhêr, yên ku misêwa xwedîyê tekrarkirinekê ne; mirov ê bikaribe bibêje formul. Ew maneya di yên siwêdî de jî heye, wê gava ku em bo nimûne, behsa gotinên pêşîyan yên bihenek yên di derheqê ba û hewayê de û salnane, teqwîmê de dikin, di maneya qaîdeyên wek formul di derbareyê hewa û teqwîmê de. Weke wellerîzma ev gotinên pêşîyan yên bihenek yan jî gotinên pêşîyan xwedîyê formekî, qalibekî girêday ne, yên ku ew di wan de qaîdekî yan jî aqilmendîkê teswîr dikin.

Gotinên pêşîyan
Naverok
Materyalê ji bo gotinên pêşîyan û gotinên pêşîya yên bihenek re, bi temamî ji cîyê cuda hatîye anîn. Gelek ji gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek, diçe bi şûn de bi ser fabelkê de an jî bi ser çîrokekê de. Ew yek balkêş e ku ew gotina yûnanî aîvoç tê maneya hem fabel û hem jî gotinên pêşîyan. Bi maneya hem fabel û hem jî gotinên pêşîyan ew gotina arameiska – syriska mathla jî heye û ew maschal a îbranî.
Gotina “Tirş e” got rêvî ji bo şîlana hûr (tirî), bo nimûne qesdî wê fabel ya naskirî dike, ya ku herweha li cem Aesopus jî heye. Di tradîsyona bakûr (nordlig) de, li wê derê, şîlana hûr şûna wî tirîyê yûnanî girtî ye û fabel bi xwe jî ev şikil girtî ye, di lêkolîna Gunnar Olof Hyltên – Cavallius´ uppteckning från, ji Småland di 1840 de: “Rêvî di bin dara şîlana hûr de çû û şîlana hûr dît lê bêyî ku bikaribe bigihêje wan. Wê gavê wî ji qijaka belek xwest, tika kir ji bo piçek şîlana hûr, lê qijakê nexwest ku hineka bide wî. Wê çaxê rêvî got: Ez karim bi rastî bêyî wan jî kêfxweş bim, ji ber ku ew wisa tirş in. Lê ku yê pîra dîya min hebûna, hingê wê ew bi kêfxweşî wan bixwara. ”
Di kitêba perwerdeyê ya xwendegeha gelî de, fabel ya ku di derheqê kûçikê ku perçekî goşt di devê wî de heye. Wê gava ku kûçik di cihika avê de wêneyê xwe dît (weke ku di mirêkê de xwe bibîne) û wî xwest ku ji xwe re zû dev li wî perçê goşt jî bike, yê ku di rûyê avê de xuya dikir, lê wî yê ku di devê wî de bû, ew jî xiste xwarê, ji ber ku ”Ew yê ku devê xwe ji bo pirî zêde veke, pirê caran temamê parçe hinda dike”. Gotinek pêşîya ya din yeke normal. ”Tu kes ji mişkan naxwaze ku zengilok bi pisîkê veke” an jî bi varîyantekî din: ”Mirov tu zengiloka bi pisîkê venake”, qesdî wê fabel ya naskirî, ya di derheqê mişk de dike, yê ku pêşnîyazî dike ku mirov dê zengiloka bi pisîkê veke. Temamê mişkan di wê bawerîyêde bûn, ku ew pêşnîyazeke şahane ye, ji ber ku mirov dê wê hingê, di wextê de dengê zinge zinga zengilokê ku bi pisîkê vekirî bibihîze û xwe jê xelas bike, lê tu kes ji mişkan naxwze ku xwe bide ber û zengiloka bi pisîkê veke. Di van nimûneyan de gotinên pêşîyan cezbkirina xwe ji wê çîroka ku ew wek çavkanî nîşan dide dire.
Koka gelek ji van gotinên pêşîyan, yan jî gotinên pêşîyan yên bihenek bi ser fabelên naskirî ve diçe, yên ku di dema ser dema navîn de, ji wan dihate hez kirin û bi kêfxweşî sûretê wan li ser diwarê dêran dihate neqişandin û ji bo çap kirinê dihatin nivîsandin.
Hêza qismek ji gotinên pêşîyan di ew sûretê ku didin de ye, yan jî di ew rewşa ku ew diresimînin de. (Em ê di dû re li maneya sûreta paşve vegerin.) Gotinêk pêşîya maneya xwe, qîmeta xwe ji wî cîyê ku ew di gotare de, di peyvê de cî digre distîne. Mesele ew e ku gotinek pêşîya a rast ji bo rewşa rast peyda bike.
Mirov leqay gotinên pêşîyan; di wê helbestnivisîna herî kevin de, di nivîsê mîxî yên babilyonî de, di tekstên încîlê de, li cem nivîskarên kilasîk û di wê helbestnivisîna (nordiska Edda-diktningen) Edda de dibe. Di şeveqa serdema navîn de, gotinên pêşîyan bûn xwedî maneyek giring û armanca di warê pedagojîk de. Gotinên pêşîyan, mîna tiştonekan, di perwerda latînî de wek werger bo fêrbûnê hatine bi kar anîn.
Fikir û hilbijartina babeta ji bo gotinên pêşîyan, herweha wek ku A. Taylor jî nîşan daye, ew herikîne ji gelek kanîyên din, ji heyama prîmîtîv, bawerîyên xelkê yên kevin û hwd. Därtill är jag nödd och tvungen, yanî ; bi ser de jî ez neçar û mecbûr im (ji ber rewşê), bi vî awayî ew qesd bi wê nivîsa naskirî ya metran Barksis dike. Inget gräs gror där turkens häst trampat, yanî; Ew cîyê ku hespê tirk pê lê ke gîya lê wê şîn nabe, di vê de bîranînek bo xerab kirinên û xopan kirinên tirkan heye. Li Västervik mirov dikaribû (bajarek li Siwêd), bo nimûne zarokên netebitî bitirsandana bi: ”Li xwe miqate be, yan na ew ê rûs were û te bigre!” Ya ku qesd bi şer û hicûmên rûsa bo sahîlê rojhilat dike. Û evan gotinên pêşîyan jî; qenaeta, têgihîştina edaletê nîşan didin: “Baştire azad bike ji ku mahkûm bike”. ”Welat divê bi qanûna were ava kirin”. ”Firoşerkî malê dizî xerabtir e ji dizekî”. ”Derewkerek xerabtir e ji dizek”.
Pozisyonek baş di nav ”gotinên pêşîyan” de, qaîdeyên hewayê û qaîdeyên salnamê cî digrin. Di bi kar anîna zimanê normal de, mirov bahsa gotinên pêşîyan yên li ser hewayî û yên li ser salnamê dike. A. Taylor wan wek gotinên pêşîyan yên hewayê bi nav dike (weather proverbs). Evan qaîdeyan gelek caran bi temamî di praktîkê de zanyarî radigihînin: Sibeha biewr roja sayî (bêewr) çêdike, îzah kirinek hewayê ye, lê dikare mecazî jî wek gotinên pêşîyan bê bikar anîn. Carinan ew bi formê qafîye rû didin, çêdibin:
Hewa rojhilat û pevçûna pîrejina,
dest pê dike bi bayê û diqede bi şilopê.
Lê evan qaîdan dikarin bi temamî di nesir, pexşan ya rojane de jî bêne ragihandin. Roj dikeve tûr – wê demê dibe baran sibê, mirov dikare bibêje wexta ku roj dikeve nav ewr. Ew wênek e, şibandinek e ya ku tê bikar anîn û mirov nafikire ku îhtimal bide wê gotinê wek gotinek pêşîya ya hewayê.
Fikir ji bo gotinên pêşîyan ji xebatên rojane jî têne girtin û ji temsîla fikrên şikil şikil û di vê rewşê de:
If you see a pin and let it lay
bad luck to you for all day.
Ger tu darikekî bibînî li erdê û wî bihêlî li wê
bêşansî li te bo temamê rojê.
Di çîrokên Danîmarkîyan de gelek caran Şovalîyê Sor derdikeve sehneyê - navek ji bo ew şovalyeyê sexte – yê ku dixwaze zerarê bide qehremanê, gernasê çîrokê. Li vir îfadek heye ji bo ew fikira, ku mirovên, kesên porsor nesaxlem in. Eynî aqilmendî di vê gotina pêşîya ya îngilîza de jî tê dayîn: A red beard was never good, Rîyek sor tu caran baş nabe, di gotinên pêşîyan yên almanî de; Rotbart nie gut gewart. Mêrekî sorrî piştrastî nabe bi wî.
Qismek gotin carinan wek gotinên pêşîyan hatine bi nav kirin û carinan bi temamî wek îdîayan, tiştek, ya ku ew bihevrebûnek di gotinên pêşîyan de zehmet dike. Wek nimûne dikare bê gotin: Heft rihê pisîkê hene, Pisîk hertim li ser nigan dikeve, tê xwarê.
Teswîrek, ya ku dixwaze dîyalogek ku bûye navdar teswîr bike, bi rehetî karakterê gotinên pêşîyan digre. ”You ought to take a wife, Pitt!” - ”Whose, Your Majesty?” ”Hûn divê ku jinekê bistînin, Pitt!” – ”Ya kê, birêz Majeste?”.
Archer Taylor, grûpek temam ji gotinên pêşîyan jî dîyar dike, yên ku bi formê dîyalogê ne. Mirov dikare ji xwe bipirse, heke ku ew ê ne rasttir be ku wan aîdî pêkenokan bike.
Me dît ku çawa gotinên pêşîyan naveroka xwe ji deverên cuda yên jîyanê anîne û me ew jî dît ku ew çawa dijîn û tên bi kar anîn, wek sembola zimanekî û ku ew xwedî fonksîyona cuda ku wan bi cî bînin. Gotinên pêşîyan jîndar in, heta ku ew tên fêm kirin û aktuel in, ji bo însanan. Ew tê wê manê ku gotinên pêşîyan wenda dibin, gava ku mane, wate û naveroka wan êdî ne dîyar be ji bo me.

Gotinên pêşîyan yên jîndar û mirî.
Sedema ku gelek gotinên pêşîyan wenda dibin, welê xuya ye ku ew tradîsyonel ne dihatin hîn bûn, wekî ku di rewşa serdema navîn, ku wê demê ew wek temir kirina, hînbûna wergerê di perweda latînî de dihatin bi kar anîn. Ew ji bo xwendevanên wê demê baş dihatin nasîn, eynî wek ku ew mîsalên rêziman, gramer ji bo zarokên mektebê yên roja me û bi ser de, ew dikarî bûn wek gotinên xweş formîle kirî (bonmot) û bi awayên guhertî di pêşeroja jîyanê de bihatana xebitandin. Ew dikarî bûn bijîn, herweha li derveyî wê perwerdeya pedagojîk, bihatana tradera kirin û populer kirin, an jî bi gotinek din; gelêrî kirin. Zanîna gotinên pêşîyan, yek ji wan kulturelementên hevbeş e, yên ku ji alîyê aqilmendên dema navîn de dihatin parvekirin û koma, tibaba gotinên pêşîyan di zemanê kevin de; qismî îzaheta xwe ji wê distînin.
Sebebek din ya ku çima gelek gotinên pêşîyan hinda dibin, xuya ye ku ji ber wan ew aktuelîya xwe ya berê hinda kirî ye, wê dema ku ew zimanê xwe yê mecazî, zimanê wêneyî, tezetîya xwe ya tebîî wenda kirin, an jî ya rastî ku ew xîtabî nifşên pêşerojê nekin. Bi tenê ew gotinên pêşîyan yên ku hîna jî bi rehetî tên fêhm kirin in; yên ku hîn jî dijîn.
Di ew lîteraturê kevin de, bo nimûne egelek gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek hene, yên ku qelereşek (korpen) di zimanê xwe yê sembol de bi kar tînin: Li cihê ku berate lê ye, qelereşek li wirê ye. Qasidekî wek qelereşek. Qelereşk sipîtir nabe ji bo ku ew xwe dişo. Qelereşek (bi nikula) çavê qelereşekî din dernaxe. Ewîya didiz e wek qelereşek. Ev gotinên pêşîyan û gotinên pêşîyan yên bihenek ên ewrûpayîyan, êdî ne xwedîyê eynî aktuelîyê ne, piştî ku qelereş bû teyrikekî nadir. Lê belê gotinên welê yên wek qelereşê belayan, reş wek qelereş, an jî gotinek pêşîyan ji yên bihenek, ya welê bi vî rengê bihenek, wek: Ez dê qulikên qelereş vekirî bihêlim, xwe hinekî ragire, tevî ku mirov bi giştî pê nizane, bê çav ji bo çi wek qulikên qelereş tên bi nav kirin. (Wisa hatine bi nav kirin ew qulikên herî jor yên di birca dêrê de, veşartgehek tesdîqkirî ji bo qelereşan û qijakan). Olyckskorp yanî kesê bêyom, wek e Olycksfågel yanî sedema belayan, bûye xwedî meyîlek, tendensek, ku ew ji maneya xwe ya eslî biherike ”Olycksbådande fågel” yanî nîşana belayan - tê bi kar anîn wek teswîr, wêne di derheqê kesan de, yên ku bi reşbînî, pesîmîst li tişt û mişta dinêrin û kehaneta qeza û bela dikin – ji bo ku kesekî bike nîşan, bike sembol, yê ku li qezayan rast tê. Reş wek qelereş (Korpsvart) dikare hîn jî gelek bê bi kar anîn wek xurtkirin ji bo wî rengê reş. Ew, ji derveyî vê, enteresan e ku mirov lê binêre, bê çawa tonên renga meyîl nîşan didin ku bimînin, bidomîn di zimanekî de, wek peyvek geş, jîndar di hemî alîyan de. Gava, bo nimûne ku zarokên porkej di roja me de tên teswîr kirin, wek tûncikê zegereka an jî gulîkê zegereka, divê mirov ji xwe bipirse, heke ku gotin bi temamî ne weke şablon tê bi kar anîn. Mirov dikare li Siwêd di roja me ya îro de, dibe ku zevîyên zegereka, yên ku kulîlk lê ketî bibîne, lê hema hema, bi zor êdî ew tûncikên zegereka yên amade kirî û qedandî (yanî ne werîsê kitan), yê ku bi rastî di dirûvê struktura por de û bi temamî xwedî tona rengekî taybet e, yê ku pir hindik bi wî rengê zer re eleqedar e. Gotin dijî, dom dike, lê dikare muhtemel, bibin wasite bo eynî wêne yê geş, jîndar, wek yê wê demê, gava ku kurîşkê gulbendê zegereka, her xanîkî dixemiland û zegereka ji bo her yek û hemûyan û herkesî, bûyerek, hadîseyek başnaskirî bû, di jîyana rojane de.
Di hin rewşên din de û qet nebe di zimanê modê de, lê belê mirov dikare mişahede bike bê çawa gotinên kevin zû bi yên nû re tên guhertin: zerê şêr, rengê qehweyî yê kestanê, cafê-au-lait-färgat, yanî, rengê qehweyî yê vekirî û cûnê sakê avî, ew niha welê tên bi nav kirin. (û ew wek cazîbek e, ya ku wê gava ku lehenga jin bi potîna rengê keskê girtî û bi xişir û zînet derdikeve ortê). Ew edî bi kêr nayê ku mirov behsa cûnê mişk, qehweyê sinus û zerê qirêjê bike, di rewşên û minasebetên weha de. Ew heywanê yan jî ew tiştê ku reng asosîyasyona wî bike, divê ku ew xîtabker be û bicazîbe be, ya ku zimanê reklama ew pir baş not kiriye.


Nivîsandin, not girtin tesîrê li rewş û formê dike.
Fikir û bawerîyên xelkê, bo nimûne di derheqê heywan û çivîk û teyrikan de, gelek caran di formê gotinên pêşîyan de tê îfade kirin. Eger mirov, bo nimûne bixwaze îma bike ku du heb sûcdar hevdu digrin û ew naxwazin hevûdu bidin dest, îxbar bikin, hingê ew yek dikare bi gotinek pêşîyan bê îma kirin: Qelereşek (bi nikula) çavê qelereşekî din dernaxe. Ew gotina pêşîya, ya ku li Gregoriusê ji Tours (Tour, yanî Sûr, bacarekî Lubnana îro) re, di sedsala 1100an de tê etif kirin, fikirek gelêrî di derheqê tevgêra qelereşan de dide, ya ku ew hîn li cem nivîskarên ji dema antîk de dihat nasîn.
Misalên bo fikir û bawerîyên di derheqê xweza, tebîet û dinyayê, jîyan û însanan de, dê dikarî be pircure bibe. Çend ku, tevlî vê jî, divê bal bê dayîn di vê minasebetê de, li wê dera ku ew formê derve li cîyê herî pêş çav be, ew e ku gelek bawerî û fikirên û qaîdên bi vî rengî hene, yên ku, li gorî ku xuya dibe, ku formê gotinên pêşîyan sitendin e, lê bêyî ku ew heqîqî gotinên pêşîyan bin.
Gava ku pîrik tevnê dirêse hewa xweş dibe. Pîrik nîşana nameya ye. Pisîk heft rihî ye. Pisîk hertim li ser nigan dikeve. Mirêkek şikandin tê maneya qeza, belaya heft salan. Mirov pir caran di ew materyalên nivîskî, yên notkirî, yê vê dema paşîyê de, îdîayên kin kefiş dike, wek ku ev dîrekt, yekser nivîsandin, notgirtin, mîna bersîv ji bo pirsên kesê ku wan notkirî an jî wek raporên kin, ji yekî ku ji deverê rapor dike, ji bo ew kesên, sazîyên, enstîtusyonên etnolojîk.
Ev rapor, dîtinên pisporan (diter) an jî îdîayên hêsan, gelek caran di karê notkirinê de formek, celebekî qaîde distîn in. Li vê derê dikare zor be ku qaîdeyên hewayê (väderleksregler) û îdîayên hêsan, yên rojane, di derheqê hewa û xweza, tebîet ji hevûdu veqetîne, ji hev cihê bike. Mirov dikare bo nimûne di notgirtinekê de bixwîne: Eger ku kêrek ji destê mirov bikeve, ew tê wê manê ku dê mêvanê mirv bên, yan jî mirov dikare di eynî fikirê, hizirê de, bi vî formî bixwîne: Kêr ji dest ketin, xistin, tê maneya mêvanan. Li gel vê jî ew fikir, hizir qet welê jîndar nayên ragihandin di jîyanê de. Ew e ew awayê, yê ku radigihîne an jî yê ku not digre, ku bi nivisînek formel û bi mesajek, agahdarîyek bi naveroka rast. Di rastîyê de, dê bi tenê dikaribe jinişkave bê gotin: Bêşik mêvanên me tên! bi minasebeta girêdayî bi şahid bûna rewşê ve, yanî gava ku kêrek ji destê yekî ket. Terzîyek (jin) ya ku cilekî test dike, diceribîne, derzî di tilîya xwe radike û jinişkave bang dike: Niha ne dûre ku ev cila bişans be; welê didome ew îdîa, ew agahdarîya bi devikî di rewşa xwe ya rast de: Gava ku hizir, fikrên welê li ser kaxezê tên raxistin, ew rewşa jîndar wenda dibe. Mesaj, agahdarî formekî nivîskî ”edebî” digre û bi vê hincetê hema hema karekterekî wek gotinên pêşîyan yan jî gotinên pêşîyan yên bihenek distîne.
Mîsalek din: Ku mirov pîrikekê bibîne, ew yek tê maneya siûd, şans yan jî kêfxweşîyê. Lê fikirek welê,bi vî rengî, di rastîyê de çawa tê ragihandin? Belê, bo nimûne bi vî şiklî: Du heb keçik di odekê de pîrikekê dibînin û yek ji wan, ji ya din re dibêje: ”Binêre pîrikek! Ew tê maneya siûd, şans.” Yan jî kesek pîrikekê dibîne û bi wê sedemê dibêje: ”Morgonspindel – sorgespindel, aftonspindel – lyckospindel”, yanî: ”Pîrika sibehê – pîrika şînê, pîrika êvarê – pîrika siûdê” – hindiktir şûx û narîn ji ya fransî: ”Arraignê matin – chagrin, arraignê soir – espoir”. Ango: ”Pîrika sibehê – xemgîn, pîrika êvarê - hêvî”. Yan jî, belkî ji di rewşeke ku zarokek bixwaze pîrikekê bikuje û hingê dîya wî jê re dibêje: ”Nabe ku tu pîrikek siûdê bikujî!” yan jî ”Nabe ku tu wilo bikî! Ma tu nizanî ku ew tê maneya bêşansîyê, ku mirov pîrikekê bikuje?” Eger ku sebî ji berê de nizanî be, wê wextê ew dikare ji wê rewşa taybet, ji xwe re hîn bibe, ku nabe, nebaşe ku mirov pîrikan bikuje û ku ew heywaneke siûdê ye. Ev rewşên wilo gelekê caran, ne ya ku lêkolîner bikarîbin xwe bigihênin wan, yan jî ku ew tam hatibin teswîr kirin û lewre, mirov digihîje wê qeneetê ku ev, yên ku ji alîyê naverokê ve rast, lê ji hêla form ve gelek caran ragihandinên ne rast in.
Eva Wigström bo nimûne di nivîsandina helbest, çîrok, efsane û hwd (Folkdiktning) a xwe de, materyalek daye nasîn, bi awayekî şoke kirî ji bo ew lêkolînerê modern. Ew ê ne tam wek ew ên ilimdar, zana, yên ku îroj dikin, agahî di derheqê emrê qasid, awayê jîyana wî, cîyê ku lê rûdinê, statu ya wî di civatê de û yên wek wan neda ye. Lê belê wê materyal di rewşên rast de daye me. Wek nivîskarek populer ew bitirs bû ku naverokê bide nasîn, bi awayekî bêdil ji bo derûdora xwendekarên, wek cûrekî îzahkirina katalogî. Lewre wê, kesên girin dinivîsand û wênekî jîndar ji însanan dida xwendevanan û ew rewşên ku cîyê materyal rohnî dikir di ew jîndarîya jîyanê de. Ku kesek bixwaze bêje ku ew sextekirin e, teqlitkirin e ji çavkanîyê? Li hember îdîayek bi vî rengî, dê bikarîbe bê parastin: ne zêde, ji ku, ji nû ve li ser nivîsandin di derheqê ew peyva rojane û rewşa jîyanê ji bo ragihandinên nivîskî.
Lê eger ku mirov çîrokan, teswîran bi magnetofonband bicivîne – wê demê tu kes nikare zêde îtîraz bike, li dij zanistîke birêkûpêk (akribin)? Ne ev detayên teknîkî jî bi temamî ji heq dîlema lêkolînerê deverê dernakevin, ji ber ku jêpirsîn bi xwe, ew mecbûr kirina rewşa bi mêran an jî bi jinan re li ber mîkrofonê, teswîrê nexwezayî, sûnî dike. Jîyan destûr nade ku ew tam û bi temamî bê zevt kirin, ne bi nivîs û ne jî bi magnetofonband.
Ew etnografên amerîkî, yên modern giranîyek taybet dane ew awayê rapor kirina xebata lêkolîner, ew ahenga navbera lêkolîner û bireserê (objekt) hevpeyvînê, yên ku li pişta pirsan û bersîvan, dem kêlîk, reaksîyonên li cem yê ku hevpeyvîn pê re dibe û li cem yê ku rapor dike û hwd. Ceribandin, hewildan hêjayî teqdîrê ne, di hewl dana xwe ya ber bi rastîyê ve. Lê di eynê demê de xwendevan di eynî kêm zanebûnê de ne, li pêşberî heqîqetên bi vî rengî, yên ku ew ê notgirtî bibû şahidê wan. Margaret Mead dikare bo nimûne nîşanî me bide, di du beşê destpêkê de, ku bê çawa gera keşfê tê amade kirin, bê çawa lêkolîner cîyê navendî ku lê bimînin dibijêrin, neqandina xizmetkar di nav kategorîyên minasim û bi giştî bi çavekî hişyar çavdêrîyê li xwe bi xwe kirin û li hawirdorê. Ew yê ku şeş meha li gundekî ku lêkolîn lê çêdibe bijî, dikare çavdêrîyên balkêş, enteresan bike û bûyer, rûdan û rewşan teswîr bike, yên ku, yan na dê ew welê nenas (veşartî) bimana. Ev rewşên hatine teswîr kirîn, welê nêzîkî jîyanê ye ku mirov niha bikarîbe wê teswîr bike. Lê bi rastî ew tê wê maneyê ku bi tenê ew e yê ku nifûzî hundirê awayê teswîra gerê not bike û teswîr bike, yê ku biberhem e. Lê gava ku mesele wasite bûna li ser normalîya rewşê û nenormalî be, hingê xwendevan di halê xwe de tê hiştin. Ew têrê nake ku lêkolînerek – yê ku not digre soz bide me ku ev e reaksîyonek tîpîk an jî yeke welê nenormal. Beşên destpêkê, yên ku werê baş dest pê kiribûn û birêkûpêk bi danasînek ji etnogirafê di xebatê de, nezelal dibe jinişkave, ji ber ku ev etnograf xwe dixe navbera xwendevan û materîyalek û nêrînên giştî dide. Eger ev nêrîn rast bin an jî nerast, xwendevan nikare tayîn bike, ji ber ku ew bêyî wan zanyarîyên taybet e, wek ew metoda berhevkirina ”nemodern” dabû û yên ku pêwîstin ji bo biryarekê. Niha mirov, hema hema her tiştî zane di deheqê xebata etnografan de, lê pir hindik di derheqê xelkê de.
Hewildana durist û objektîv ya lêkolîner ji bo ku bigihêje zelalîyekê, gelek caran pêşî lê tê girtin û wek ku me lê jorê jî dit, ji nemimkunîya ku tam û kamil teswîra jîyanê bike, bi ev rewşên û endazeyên, pîvanên cuda. Her kes yê ku bi berhevkirinê û not girtinê, nivîsandinê libikî be, ji wî re baş zelale ku bi wan zehmetîyên piraktîkî, yên ku hene divê bêne bi ser ketin. Ew zehmetî bi qesdî hatin nîşandan, ku bide xuya kirin bê çawa gotinên pêşîyan, uslûba xeberdanê (talesätt) û ew rewş, yên ku peyda dibin, dertên ortê, di wê jîyana rojane de, bi hev re dihelin û carinan zehmete ku ew bên ferq kirin. Li ser kaxezê, belkî carinan ew yek dê çêbibe ku, yek ji ya din cuda bibe, lê ku mirov dên û bala xwe dabe, bo nimûne; awayê xwe belav kirina fikirên dînî, di zeman û mekan de, yanî ku bijî û tradera bibe di cîhana însanan de, hingê mirov zane bê çawa yek û eynî fikir dikare bi awayê cuda bê gotin, girêdayî bi ew rewşên cuda, newekhev ve.
Gotinên pêşîyan yên - pexşan û gotinên pêşîyan yên lîrîk
Beşek ji gotinên pêşîyan xwedî formê girêday ne (bunden). Û ew xwedî zimanekî ne, yê ku bi hêza, bi tesîra dixebite; ya wek wêne, resim miqayese (parallellism), antîtêz, qafîya despêkê (alliteration), nîvqafîye (assonans) û carinan bi qafîya dawî. Nära skjuter inga vära (hare). ”ji nêzikve tu kes gule li kîroşkê nade”. Fåfäng gå lärer myckt ont. Yanî; ”Betalî dibe sedema xisûsyetên nebaş”, yan jî ”Bêkarî xisûsyeyên xerab peyda dike”. Borta bira, men hemma bäst. Yanî; ”Şam şekir e welat şêrîntir e”. Tala är silver men tiga är guld. ”Peyivîn ziv e lê nepeyivîn zêr e”. Ingen rök utan eld. ”Cîyê ku agir lê nebe dûman jê hil nabe, an ji ”Agir bê dûman nabe”. Goda vänner, goda grannar. ”Dostên baş, cîranên baş”. Evan gotinên pêşîyan xwedî formekî xwe yê zimanî ne, yê ku dike ku ew wek cirûska şewq didin, di pexşana normal ya rojane de. Karekterê wan xwe nîşan dide, tam bi rêya ew formê zimanî, yê ku ji pexşana rojane cuda ye.
Lê mirov ê wê demê çi bibêje di derheqê gotinên pêşîyan yên weke ev a ha de: Man skall aldrig ropa hej förrän man över bäcken. Yanî, ”Mirov dê tu caran bang neke û nebêje bijî berî ku mirov di ser cihikê re derbas be”. Ji hêla ziman ve ew jî pexşana rojane ne cuda ye. Li wê derê tu tişt ji wan tesîran nîn in, yên ku wan gotinên pêşîyan ku li jorê behskirî karakterîze dikin, ne miqayese (parallellism), antîtêz, qafîya destpêkê (alliteration), nîvqafîye (assonans) an jî qafîya dawî – dibe ku mirov bikarîbe bibêje li wir rismek, wênek heye. Tradîsyonel ew wek adet mîna gotinek pêşîyan tên bi kar anîn, bangek û daxwazek ji bo hişyarî û hêjayî bîranînê. Fonksîyonek wê ya gotina pêşîyan heye, lê ne ew formê zimanî yê ku karakterîze dike û ya ku gelek lêkolîner dê bixwaze bi nav bike, nîşan bide, wek yek bêqisûr, tam an jî gotinek pêşîya ya eslî.
Hemû qaîdeyên jîrîtî û biaqiltî mîna qaîdeyên ji bo rabûn û rûniştinê dikare bi formê pexşana rojane be û dîsan jî tê bi kar anîn wek gotinên pêşîyan ji ew raweya fermanî (imperativ): Tu dê…, Tu dê ne…, heta ew giştî kirina: Mirov dê ne… an jî Ew yê ku… Tu kirasê evan qaîdeyan yên zimanî tune, yên ku ji pexşana rojane cuda ne. Lê ew tekrarkirina tradîsyonel ya van hevokan, ristan an jî bîrûbawerî bi pexşana rojane, formekî ”xwe, seyr” dibexşîne wan. Tekrarkirina bi eynî hevokên pexşanê formekî ji tradîsyonên girêday dide wan. Em xwe hîn dikin ku hin qaîdeyan bibihîzin û fêm bikin wek kareterîstîk, cuda, tevî ku temama avakirina wan ya zimanî û rojane, tam ji ber ku ew misêwa di fersendên cihê de bi eynî formî tên tekrarkirin. Mirov dê, lewre, bikarîbe ji hev cihê bike, gotinên pêşîyan yên bi sentaksî an jî zimanê helbestî, lîrîk ku cuda ye, ji gotinên pêşîyan yên bi pexşana rojane. Mirov dikare ji bo xatirê hêsatîyê, ewanên dawî wek gotinên pêşîyan yên bi pexşan bi nav bike û yên berê jî wek gotinên pêşîyan yên helbestî, lîrîk. Ev dikare ji bo entereseyê be jî, ku ev grûpên ji gotinên pêşîyan ferq bike, ji ber ku, dibe ku mimkun be, ku ev ji hevdu cihê kirin, dê bikarîbe îşaretek, elametek bide, bê ku ka kîjan form yê herî kevin e. Ev pirsa dikare tevlî vê jî, li vira aktuel nebe. Ji hev cihê kirina di navbera wan herdu grûpan de giring e, gava ku mesele pirsa di derheqê belawbûna gotinên pêşîyan de be. Gotinên pêşîyan yên bi pexşan – ew qaîdeyê tradîsyonel tekrarkirî – dikare li her deverê biqewime, rû bide, lê gotinên pêşîyan yên helbestî, lîrîk û yên ku li ser wê bingeha formê epîgramatîk û bi tesîr welê wek wêne, miqayese, antîtêz, qafîya destpêkê, nîvqafîye an jî qafîya dawî, kultur elementekî ewrûasîyayî (afrîkî ?) ye.

Belavbûna cografîk
Fabelên heywanan, yên ku bi dû aqilê gotinên pêşîyan de diçin re, ji Ewrûpa tên nasîn û herweha ji Afrîka (jfr s. 90). Statuya ew gotinên pêşîyan yên afrîkîyan, bi awayeki baş nehatîye lêkolîn kirin û ew pirseke nesafîkirî ye, ku ew gotinên pêşîyan li erebî bê bar kirin û an jî tesîra ewûpî ye. Gotina – Svahili ji bo gotinên pêşîyan methali, mathali, methili, misli (ji ew mathal a erebî an jî tamthal e, meriv e, xizm e bi mashal a îbranî re). Û gotinek morî jî li bakurê Afrîka meriv e, xizm e weke nîşan, weke sembol ji bo gotinên pêşîyan, ango mîtel (mitäl). Giringîya ereban ji bo belavbûna gotinên pêşîyan, bi awayekî ber fireh li Afrîka, berî hertiştî jî li bakurê Afrîka û rojhilatê Afrîka, yanî ji gotina ji bo gotinên pêşîyan dîyar dibe û nabe ku bê îhmal kirin, gava ku mirov bixwaze problemê bi gotinên pêşîyan re, li deverên din yên Afrîka çareser bike. Gotinên pêşîyan ên taybet, xweser jî dikarin girêdan nîşan bidin bi ew ên ewrûpî û bi ew xezîna gotinên pêşîyan ên ereban re. Ew hîna pir zû ye ku mirov bi ewleyî bikarîbe fikira xwe bibêje, bê ku ew stoka gotinên pêşîyan ên afrîkî yên mayî bi serê xwe peyda bûne an jî na. Ya ku li vê derê tê pêşkêş kirin, dîsa jî îzah dike ku ew herweha ji ew a erebî û didûre jî ew flora gotinên pêşîyan yên ewrûpîyan çêbû ne.
Ew dikare ji bo enterese be jî, ku tesbît bike ku yek ji flora gotinên pêşîyan, mirovekî welê zane wek Champion di Racial Proverbs, bi mîsalên ji bîstûheft (27) welatên cihê û ji; bi sedan rûpel pêk hatî, bawer dike ku ew ne mesela deyn an jî balavbûna gotinên pêşîyan bi rêyên kulturî yên normal e. Champion di wê bawerîyê de ye ku gotinên pêşîyan, yekser, direkt ji aqilê xelkê derketi ne li deverê cuda li cîhanê. Wek mîsal bê çawa fikir, dîtin dê nemaqûl be, ku ferz bike ku cûreyekî peywendî û kulturî li pişt belavbûna gotinên pêşîyan, Champion çîroka Cinderella bi kar tine:
Eger ku gotinên pêşîyan hatibin deyn kirin, divê wek ku herkes pê dizane, bi pêwîstî bi dû keve ku çîrok ji hatine deyn kirin û ku “Çîroka di derheqê Askungen de” (Sagan om Askungen) birastî, ji alîyê şêst û çar netewa, miletên cihê hatîye deyn kirin û varyantên ji wan jî, hîn ji sêsed û çil û pênc ji yên din (li gorî agahîyên ji Miss M. B. Cox di “Cinderella”, 1893) de. Ev a dê rê bide, ku texmîn bike ku ev çîroka xweş bûye, ku ketîye ber orgîyekê; deyn kirinê, manîpulasyonekê (lånetransaktioner) ji, ango, yanî çarsed û neh caran!
Çarsed û neh caran têrê nake êdî! Ji hezarheb nivisîn û notgirtinan bêtir, li ser çîroka Cinderella li cîyên cuda li cîhanê hatîye pêk anîn. Ji vê, ew matreryalê mezin yê ku M. B. Cox anîye ba hev, ew, tevî vê jî nemimkun e ku mirov tu encama jê derxe. Berê bi materyalekî pir mezin, ew mimkun bû ku sîstematîk pêşdarî (kartlägga) wan celebên cuda bike û belavbûna wan, detayên motîvên cuda û wê gavê, derket ortê ku pênc heremên tradîsyonel hebûn, ji bo çîroka Cinderella. Ew dikare bê nîşandan ku ew tradîsyona bakurê ewrûpa ne ji başûrê ewrûpa hatîye, lê weha xuya ye ku ji rojhilatê ewrûpa, ji ber ku tradîsyona bakurê ewrûpa û ew a rojhilatê ewrûpa, gelek detay û motîvên wekhev, hevbeş hebûn, yên ku berevajîyê vê, ji ew ên başûrê ewrûpa ku jê kêm bûn. Herweha mirov dikarîbû tesbît bike ku di formê çîroka Cinderella de, detayên motîvî yên ew welatên rojhilata pêşî (främre-orientaliska) hebûn, yên ku bi çîrokên re belavbibûn, hem bo başûrê ewrûpa û hem jî bo rojhilatê ewrûpa. Mirov dikarîbû herweha lê bikole, ku çîroka Cinderella hîna ji berî hezar Sali de, hatibû belavkirin li deverên dûr li Hîndîstanê û li Îndokîna. Notek Çînî ji sedsala 800dî de nîşan daye ku hîna ew formê ku îroj normal, yê çîroka Cînderella ku hîn di wê demê de, li wira, yanî li Îndokîna hebû û bi detayên ku nêzîkatî nîşan dida, bi formê ew ên Welatên Rojhilata pêşîn re. Yanî bi gotinek din ku çîraka Cinderella yek ji nav gelek ji wan tîpên çîrokan, ya ku dikevin nav ew xezîna çîrokan, yên Erûpa û Asya (eurasiska) û ya ku bi rêyên kulturî hatîye balavkirin û tradera bûne ji nifşekî bo nifşê din. Eger ku mirov bixwaze wek “deyn” bi nav bike, wê wextê ew deyn e, bi eynî awayî wek wê dema ku tore, adet û bawerîyên dînî dihatin qebûl kirin, ji alîyê mirovan, kesan, yên ku endamên grûpekê û bi hemû tiştên ku ew grûp, komik dikarî bû bide nifşekî ku digihêj e.
Red kirina nêzîkatî, merivatî di navbera gotinên pêşîyan de, bi rêya ku tunebûna nêzîkatî di navbera çîrokan de wek referens nîşan bide, ango çênabe. Wê gavê divê ku ew bi sedemên din bên çêkirin û di destê pêşî de, di dû lêkolînek detaykirî, di derheqê materyalê gotinên pêşîyan de. Ji ew materyalê ku heta nuha derketîne holê, tu îşaret pê nîne ku peyda bûna ji ber xwe ve (spontan), li welatên cihê û ne jî ku her gotinek pêşîya ji ber xwe ve nivîsandî, ji hêla ew kesê ku wê bi kar tîne.
Wek ku herkes bê dizane, gotinên pêşîyan dikarin nû bên çêkirin, afirandin, lê qalibek ji niha ve hatîye qebûl kirin, heke ku ew pirsa di warê qalibên cuda li heremên kulturî û cografyayên cuda be jî. Enteresant e, ku ew gotinên pêşîyan ên helbestî, lîrîk, li cem Îndîyanên li Bakur û Başûrê Emerîka tune ne.
Ji ew kategorîyên cihê, yên ku em li virê li ser sekinîn, welê xuya dike ku gotinên pêşîyan yên bihenek, bi sînor kirîne bo Ewrûpa; berî hertiştî xuya dibe ku ew bûyereke germanî ye. Gotinên pêşîyan li seranserê tememê Ewrûasîya û li Afrîka rû didin, peyda dibin, muhtemelen teknîka gotinên pêşîyan ji kultura ereba derbasî wir bûye. Tunebûna wan li cem îndîyana dide xuya kirin ku ew li ser bingehek, nisbî teknîkek dereng ava bûne û ku ew mîna çîrokên xelkê (yên ku şax ji wan diçing) û qafîye, ne aîdî kultura eslî ya îndîyana ne. Lê belê uslûbê xeberdanê, axaftinê mirov li cem xelkên temamê qitayên cîhanê dibîne.


Çavkanî:
Nivîskar: Rooth Anna Birgitta 1965
Navê kitêbê: Folklig Diktning Form och Teknik
Printed in Sweden, Almqvist och Wiksell Förlag AB
Studentlitteratur Lund 1973
ISBN 91- 44- 06001- 7
Werger ji siwêdî: M. H. Şîmşek

Inga kommentarer: